Suryanî dixwazin bîrdariya Seyfo li Amedê were çêkirin
Suryanî dixwazin bîrdariya Seyfo li Amedê were çêkirin
Suryanî dixwazin bîrdariya Seyfo li Amedê were çêkirin
Li gelek welatên cîhanê, ji bo bîranîna mirovên di qirkirina sala 1915'an de hatin kuştin bîrdarî hatin çêkirin. Suryanî dixwazin bîrdariya Seyfo li ser axa lê qirkirin rû daye, bê çêkirin.
"Seyfo Center" û "Federasyona Asûriyan a Elmanya û Ewropa Navîn" ku bi xebatên xwe yên der barê qirkirinê de tên naskirin, ji Şaredarê Sûrê yê Amedê Abdûllah Demîrbaş re nameyek şandin û diyar kirin ku "Bîrdariya Êşên Hevpar" a tê plankirin di nava meha Îlonê d bê vekirin, bersivê nade bendewariyên Asûrî-Suryaniyan û destnîşan kirin ku ew hêvîdarin dê Şaredarî ji bo bîranîna gelên Xiristiyan ên di sala 1915'an de hatine kuştin Bîrdariya Seyfo çê bike.
Di nameyê de hat ragihandin ku li gorî nûçeyên çapemeniyê, dê ji bo Ermenî, Keldanî, Kurd, Suryanî, Êzidî, Misliman û Cihûyên li 'Herêma Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatoliyê' Bîrdariya "Êşên Hevpar" bê çêkirin û hat gotin, "Em dixwazin diyar bikin ku ev biryara we stendiye di warê formulasyonê de gelekî şaş e, dê êşê li êşa me zêde bike û weke wezîfeyeke dostaniyê me xwestin vê nêrîna xwe bi we re parve bikin. Ji ber ku ti cûdahiya formulasyoneke bi vî rengî ji înkarkirina qirkirina 1915'an a hêzên înkarê nîne. Tevî ku ev biryara we gelekî rast e jî, em dixwazin hûn zanibin ku di warê formulasyonê de gelekî xelet e."
Di nameyê de tê bibîrxistin ku gelek rewşenbîr û saziyên Kurd aşkera kirine ku di qirkirina 1915'an de kîjan komên gelan û kîjan eşîrên Kurdan tê de cih girtine û hat destnîşankirin ku "Bîrdariya Êşan" a ji bo bîranîna Asûrî, Suryanî, Cihû, Ermenî, Kurd û Mislimanan dê nebe bîrdariya Asûrî-Suryaniyan.
Rêxistinên mijara gotinê di dawiya nameya xwe de gotin, "Me li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin name nivîsandin. Em hêvîdarin rewş ne bi vî rengî ye. Em dizanin ku hûn û Şaredariya Sûrê ya hûn temsîlkariya wê dikin, der heqê gelê me û pirsgirêkên wan de hestiyar in. Em ji we rica dikin ku "vê biryara xwe" ya gelê me yekser eleqedar dike careke din di ber çavan re derbas bikin û em ji diyalog û parvekirina nêrînan re amade ne."
Der barê mijarê de Serokê Seyfo Center Sabrî Atman ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş ên timî li gel rastî û bedewiyê ne, dê di mijara qirkirinê de wan fêm bikin.
Atman ragihand ku di serî de Baydemîr û Demîrbaş hemû Şaredarên BDP'yî di mijara pirsgirêkên Asûrî-Suryaniyan de xwedî hesta berpirsyariyê ne û got, "Beriya 100. salvegera komkujiyê eger herdu Şaredar li Amedê Bîrdariya Seyfo biçikîne, dê ev yek bandorê li tevahiya Tirkiye û Cîhanê bike. Dê hêzên 100 sal in komkujiyê înkar dikin, bersiva xwe bibînin. Bi gaveke ewçend rûmetdar e jî wê mafê "Xelata Aştiyê ya Nobelê" bistînin. Qet nebe wê namzetên min Osman Baydemîr û Abdûllah Demîrbaş be."