Şîrketa rêya hewayî ya bi navê Sûn Expressê di 16’ê Cotmehê di balafira saet 22.35’an de ya Amed-Îzmîrê de malbata ku bi Kurdî axivîbû piştî nîqaşê ji balafirê derxistibû. Şîrketa rêya hewayî têkildarî vê bûyerê daxuyanî da.
Sûn Express a ku ji ber nûçeya ANF’ê neçar ma ku daxuyaniyê bide, xwest ku bêsûc nîşan bide. Sûn Expressê ji binçavkirina rêwiyan a bi destê polîsan re jî got ‘prosedura navneteweyî.’
RÊWÎ HATE SÛCDARKIRIN
Daxuyaniya Sûn Expressê wisa ye:
“Têkildarî bûyera di 16.10.2017’an a balafira bi sefera QX 9283 a ku ji Amedê diçû Îzmîrê, pêşveçûnên li ser medyaya civakî em xemgîn kir. Îddîaya ku peywirdarên kabînê rêwiyên ku bi Kurdî axivîne ji balafirê derxistiye, dûrî rastiyê ye. Em van îddîayan red dikin.
Ekîba peywirdar a kabînê rapora xwe ragihandine saziyên rayedar û têkildarî bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêwî heqaret kiriye û hat diyarkirin ku, “Ekîba kabînê prosedura navneteweyî bi kar aniye û têkildarî bûyerê pîlot agahdar kiriye û neçar maye ku gazî rayedaran bike.”
ÇI BÛBÛ?
Di balafira Sûn Express a 16’ê Cotmehê a di saet 22.35’an de ji Amedê diçû Îzmîrê malbatek piştî nîqaşa bi ekîba kabînê ji balafirê hatibûn derxistin û hatibûn binçavkirin. Malbatê ji bo zarokê xwe yê du salî û nîv kembera emniyetê xwestibû lê bersiveke neyênî stendibû. Piştî ku saet û nîvekê balafir li pîstê mabû pîlot diyar kiribû ku, “kesên dixwazin dakevin,bila dakevin” û 2 rêwiyên din jî ji balafirê daketibûn. Di balafirê de jineke bi kursiya bi teker, nexweşeke şekir, 3 zarokên ku hê çend mehî, jineke bi heml û 7 zarokên biniya 10 salî hebû. Ji ber ku balafir zêde mabû, jina ku nexweşiya wê ya şekir hebû, nerihet bûbû.