Stratejiya dewleta Tirk a qirkirinê: Guherîna demografîk-2

Dewleta Tirk plana xalîkirina ji Kurdan a li Bakurê Kurdistanê ya rojavayê Firatê bire Rojava. Plana ku bi Şehbayê dest pê kirî niha jî bi tevgera dagirkeriyê ya bi Efrînê tê xwestin ku were temamkirin.

Dewleta Tirk bi çeteyên El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra ku ji çar hêlên cihanê berhev kirî ji bo ku ji Sûriyê xakekê qut bike tevgera xwe ya dagirker a li ser Efrînê didomîne. Qutkirina xakê ya ji Bakurê Sûriyê ku rayedarên Tirk tim behsa wê dikin û polîtîkaya ku Kurdan ji şûnwarê wan bikin gava pêşî bi dagirkirina Cerablûs, Ezaz û Babê dest pê kir. Dewleta Tirk ku 24’ê Tebaxa 2016’an herêma navborî dagir kirî bi kêmanî 196 gundên Kurd û Ereban da valakirin. Dewleta Tirk ku bi deh hezaran welatiyên Kurd û Ereb sirgûn kirî, li herêmê bi lez û bez xebatên Tirkirinê didomîne.

GAVÊN TIRKKIRINÊ YÊN ERDOGAN

Dewleta Tirk di ber valakirina Helbê de bi peymana bi Rûsayê re bi navê ‘Mertala Firatê’ li ser Cerablûs, Ezaz û Babê dagirkerî meşand û bi lez û bez polîtîkaya Tirkkirinê sazkar kir. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku Sibata 2017’an seriyek da welatên kendavê bi gotina, ‘Heke em biçin Minbic û Reqayê, em ê li wan herêman Ereb û Tirkan bi cih bikin. Piştî ku El-Bab hate paqijkirin hedef Minbic e. Minbic a Ereban e’’ li polîtîkaya xwe xalîkirina ji Kurdan a herêmê kiribû.

SERDESTIYA SULTAN MURAT

Dewleta Tirk ku ji bo herêmên dagir kirî bike ‘welatê Tirkan’ dest bi xebatan kirî, karê pêşî piştî ku Kurdên li herêmê sirgûn kirî Erebên muxalif jî sirgûn kir û Tirkmenên ku ji deverên cihê yên Sûriyê û Tirkmenên ku ji Tirkiyê anîn lê bi cih kir. Rêxistina çete ya bi navê Tûgayên Sultan Murat li herêmê kir hêza xurt û komên çekdar ên ku li dij derketin tasfiye kir. Hewl da ku gelek komên mîna Asîfet Şîmal hewl da ku li herêmê tasfiye bike.

GUHERANDINA NAVÊ CIHAN

Dewleta Tirk li van herêman weke tişta ku li Bakurê Kurdistanê kirî navê gelek gund û cihan kire Tirkî. Mînak navê El Raî kire ‘Çobanbey’, navê bajarokê Kurd Qebasînê kire ‘Başkoy’. Piştî ku navên cihan kire Tirkî ev bû sedem ku di nav komên Tirkmen û Ereb de yên di nav ‘Mertala Firatê’ de şer derbikeve. Hin konên ku li dijî polîtîkaya Tirkirinê rawestiyan hatin tasfiyekirin û guherandina navandan domandin.

GEL PROTESTO KIR LÊ..

Piştî tehcîra gelê herêmê, li şûna wan bicihkirina hine dî û guherandina navê jîgehan yek ji gava dî ya Tirkiyê ew bû ku naveroka dibistanan bike Tirkî. Li dijî vê Tirkîkirina naveroka dibistanan û li her deverê hildana alayên Tirkgelê Cerablûsê 19’ê Mijdara 2016’an çalakiyeke protestoyî kiribû. Piştre jî gelek kesên ku tevlî çalakiyê bûbûn ji bajêr hatibû derxistin.

HÊZA POLÎSAN HATE AVAKIRIN

Li gel guherandina demografiya herêmê û bajêr bikin bajarê Tirk, her wiha hêzên polîsan jî hatin danîn, ji diyanetan mela lê hatin bicihkirin û teşkîlata postayê jî danîn. Bi sedan kesên ku li Tirkiyê 15 rojan perwerde dîtin, maeş bi wna ve girêdan û li vir ew kirin ‘polîs’. Ev kes bi dirûşmên ‘Bijî Erdogan’ û ‘Bijî Tirkiye’ ketin bajêr. Kesekî bi navê Abdurrezzaq Aslan el-Laz kirine ‘Midûrê Emniyetê’.

BI BHQ’YÊ DAGIRKERÎ

Piştî ku hêzên polîsan li vî bajarî hatin bicihkirin komên çete yên ku berê dihatin bikaranîn kişandin navendên bakurê Babê û El Raî, Cerablûs û Ezaz dewrî hêzên polîsan kirin. Lê di nav van koman de hinek dij derketin. Lê dewleta Tirk gav bi gav ew bêbandor kirin û komên alternatîf danîn. Bi Biryarnameyên Bi Hikmê Qanûnan (BHQ) kirin ku sivîl jî bikaribin tevlî ‘Mertala Firatê’ bibin. Di serî de TÎKA û ÎHH gelek sazî û dezgeh ji bo Tirkirina herêmê zêde kêferatê dikin. Her wiha Îdareya Xaniyên Giştî ya Serokwezîrtiyê (TOKÎ) li bajêr gelek xanî çêkirin.

‘LI SÛRIYÊ ME JI XWE RE ERSEYE DÎT’

Dewleta Tirk ti caran ew armanca xwe ya ku wêke Hatayê vê herêmê bi xwe ve girêbide veneşart. Alîkarê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak ku 26’ê Kanûna 2016’an li ser Cerablûs, Ezaz û Babê bi Hurriyetê re axiv, gotibû, ‘’ji xwe re 650 hezar donim ersa dîtine’. Kaynak wiha gotibû: ‘’Li Hatayê, cihên ku nêzî Tirkiyê ne pir biqîmet bûne. Balafirên şer ên Sûriyê nikarin werin van deran. Dema ku nêzî wan deran dibin pergala me ya parastina hewayê li balafiran asê dibe. Li vê herêmê me 650 hezar donim erd dîtiye.’’

‘QEYMEQAMÊN ME, MIDÛRÊN ME YÊN EMNIYETÊ HENE’

Piştî bi salek û nîvê Wezîrê Navxwe yê Tirk bi rengekî vekirî li plana Tirkirina herêmê mikûr hat. Suleyman Soylu li Kongreya Navçeya Denîzlî Merkezefendî ya AKP’ê got, ‘’Ez li ser navê Wezîrê Navxwe dibêjim, li Ezaz, Cerablûs û Marê îro qeymeqamê me, midûrê me yê emniyetê û fermandarê me yê jandarma heye’ û bi van gotinan armanca xwe ya Tirkirina herêmê eşkere kir.

PENABER KIRIN KARTA ŞANTAJÊ

Dewleta Tirk ji bo ku tevgera xwe ya dagirker a li ser herêmê ‘rewa’ bike dîsa karta penaberan bi kar tîne. Dewleta Tirk ku ji şerê navxwe yê Sûriyê ve penaberên Sûriyeyê li dijî Ewropa dike şantaj niha jî bi karta penaberan dixwaze rê li ber dagirkeriya xwe veke. Erdogan di axaftinên xwe yên rojane de dibêje ew ê penaberan li Efrînê bi cih bike, wiha jî dike ku Ewropa li bara dagirkeriyê bêdeng bimîne.

PÊŞÎ BAKUR NIHA JÎ ROJAVA

Li gorî hijmarên fermî yên 2016’an li Tirkiyê 2,7 milyon Sûriyeyî hebûn. Dewleta Tirk piraniya van penaberan li bajarên Bakurê Kurdistanê bi cih kir, bi kevirekî xwest li du çûkan bixe. Li gorî tomarên dewleta Tirk ên 2016’an li Bakurê Kurdistanê ev qas penaber hene: Riha: 401.068, Dîlok : 325.140 Kilis: 129.211, Mêrdîn 97.759, Gurgûm : 84.100, Amed: 29.389, Semsûr: 24.247, Êlih: 18.109, Meletî 18.003, Şirnex : 14.839, Xarpêt : 4579, Sêrt : 2840, Wan: 1551, Colemêrg : 970 Agirî : 874, Çewlîg: 699, Mûş: 669, Bedlîs 570, Erzerom 439, Qers: 125, Dersîm: 96, Îdir : 81, Erdexan: 61."

MAÎLÊN ZAVA ÇI DIGOT

Belavkirian penaberên Sûriyê yên li Kurdistanê û Tirkiyê j îli gorî stratejiya guherandina demografiyê bû. Koma Redhackê Îlona 2016’an maîla zavayê Erdogan Wezîr Berat Albayrak şikandibû û polîtîkaya îskanê ya dewleta Tirk hatibû xuyakirin. Di maîleke Albayrak de Parlamenterê AKP’ê yê Semsûrê Adnan Boynukara rapor dikir bê ka penaberên Sûriyê wê çawa li Kurdistanê werin bicihkirin. Di maîlê de ku diyar dibe ya Boynukara ye ([email protected]), ya bi dîroka 9’ê Tîrmaha 2016’an, saet 11.09’an pêşniyarî tê kirin ku penaberên Sûriyê yên Ereb bila bişînin Kurdistanê û yên Kurd û Tirkmen bişînin Herêma Anatoliya Navîn û deverên dî.

BERDEWAMA PLANA BAKUR

18’ê Îlona 2016’an Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu 22 waliyên bajarên Kurdistanê li Enqerê civand, bi civîna 9 saet û nîvan guherandina demografiya bajarên Kurdistanê axivîbû. Di civînê de Alîkarê Wezîrê Navxwe Sebahattîn Ozturk, Misteşarê Wezîrê Navxwe Muhterem Înce, Fermandarê Giştî yê Jandarma Orgeneral Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Emnietê Selamî Altinok, Misteşarê Pergala Camewriyê û Ewlehiyê Muhammed Dervîşoglu, Midûrê Giştî yê Îdareya Koçkirinê Atîlla Toros û Midûrê Karê Giştî yê Nifûs û Welatiyan Ahmet Sarican û ji ji bûrokrasiya ‘ewlehiyê’ rayedarên dî hazir bûbûn.

PLANA WAN DEŞÎFRE BÛBÛ

Di maîlê de ku RedHackê par ve kiribû li ser polîtîkaya îskanê wiha hatibû gotiin: ‘’Divê lê were fikirindin ku nifûsa Sûriyeyî ya Ereb li Rojhilat û Başûrêrojhilat, nifûsa Sûriyeyî ya Ereb-Kurd-Tirkmen di serî de xeta navîn li deverên dî yên Anatoliyê werin belavkirin. Di vê pêvajoya îskanê de karmendên dewletê hem bi rêya tayînê û hem jî bi teşwîqa aborî nifûsa Ege, Behraspî û Behrareş jî bi ser herêmên îskanê de werin şemitandin û qeyîmkirin.’’

MIKURHATINE ERDOGAN: HEMÛ MESELE TIRKIRIN E

Dewleta Tirk ku bi penaberên Sûriyê guherandina demografiyê li Bakurê bi taybetî li rojavayê Firatê dayî ber xwe niha dîsa bi penaberan dixwwaze ve planê li Rojava-Bakurê Sûriyê jî, rojavayê Firatê jî vê bike. Erdogan armanca tevgera dagirkrina Efrînê bi van gotinan li xwe mikur hatibû: ‘’Tevgera me ya Efrînê didome. Hemû mesele ev e: Efrîn 55 ji 100’î ya Ereban e. 6-7 ji 100’î ya Tirkmenan û piştre Kurd hene. Mesele hemû ew e ku em Efrînê bidin xwediyê wê yê rastîn. 3 milyon û nîv Sûriyeyî li ser xaka me ne. Em ê di demeke nêz de birayên xwe yên Sûriyeyê bişînin ser xaka wan.’’

GAV BI GAV TIRKKIRIN

Dewleta Tirk di tevgera dagirkirinê de ya li ser Efrînê karê wê yê pêşî gelê sivîl dike hedef. Li cihê ku vala dike jî navê Tirkî lê dike. Gava dî ya planê jî ew e ku penaberan li herêmê bi cih bike. Qonaxa dî ya hewldana dagirkeriya Tirk ew e ku xeta Cerablûs-Ezaz- Bab-Efrîn û Idlibê bike ye û avaniyeke bi xwe ve girêdayî çêbike.

ENDAMÊ ÇETE YÊ KU HATÎ GIRTIN LI XWE MIKUR HATIBÛ

Endamê çete yê di êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de hatî girtin, ê bi navê Ebo Ehmed Îsmaîl ev armancên dewleta Tirk ji ANF’ê re gotibû. Ebdo Ehmed Îsmaîl gotibû, ‘’Dewleta Tirk ji me xwestibû ku em ji vir heta bi Daret Îzeyê rê vekin. Digotine bi standina Efrînê ew dikarin xeta Cerablûs-Ezaz-Bab û Idlibe bikin yek. Ev der wê di kontrola me de bûya û me bixwesta siberojê em ê biçûna ser Tirkiyê.’’

GUHERÎNA DEMOGRAFÎK SÛC E

Rektorê zanîngeha Efrînê Dr. Ehmed Yûsiv ku li ser parçekirina herêmê û Tirkirinê ya dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî, got ev polîtîkayeke pir taloke ye û ji bo ku ev plan bi ser nekeve ew têdikoşin. Yûsiv wiha got: ‘’Guherandina demografîk li gorî yasayên navnetewî sûc e. Dewleta Tirk niha yasayên navnetewî binpê dike. Bi çete û rêxistinên terorê yên ku dane dora xwe vê dike. Em ê ti caran vê qebûl nekin. Em ji hêza xwe bawer in. Ya herî girîng jî em felsefeya xwe ya neteweya demokratîk bawer in. Felsefeya me wê vê lîstka qirêjî pûç bike.’’

PLANA JI KURDAN VALAKIRINA ROJAVAYÊ FIRATÊ DIBINE ROJAVA

Azîz Koylugolu jî dibêje polîtîkaya ji Kurdan valakirinê ya Roajva berê ji hêla rejîma Sûriyê ve hatiye ceribandin lê bi ser neketiye û dev jê qeriyane, dewleta Tirk jî bi temamî daye ber xwe ku herêmê ji Kurdan vala bike. Koyluoglu got: ‘’Dewleta Tirk li gor xwe difikire ku ew di polîtikaya xwe de, ya valakirina rojavayê Firatê ya li Bakurê Kurdistanê bi ser ketine. Niha jî dixwazin vê li Rojava jî, li rojavayê Firatê bikin. Ev li Şehbayê dane destpêkirin. Dema ku mirov li demografiya Şehbayê dinerin 40 ji 100’î Kurd, 40 ji 100’i Ereb, 10 ji 100’î Tat û 10 ji 100’î Tirkmen û Çerkez in. Lê niha Kurd l ênînin. Li van herêman ango li gundên Kurdan çeteyên ji Heleb, Dêrazorê, Idlibê û herêmên din, Qirgiz û Uygur bi cih kirine.’’

‘HOMOJENIYA EFRÎNÊ DANE BER XWE’

Koyluoglu dibêje dewleta Tirk niha dixwaze vê polîtîkaya xwe ya ji Kurdan valakirinê û Tirkkirinê li Efrînê pêk bîne, nifûsa Efrînê 90-95 ji 100î Kurd e û ev homojeniya Efrînê daye ber xwe. Koyluoglu bi domdarî got: ‘’Li Efrînê Kurdên Elewî, Êzîdî û Sinnî bi hev re dijîn. Ango yekîtiya Kurdan lê heye. Ji bo vê jî di hedefa dewleta Tirk de ye. Niha dewleta Tirk dibêje ew ê li vir penaberan bi cih bike û avnaiyeke girêdayî xwe çêbike. Ev jî tê maneya parçekirina Sûriyê.’’