Stêrka Sor Alî Çîçek

Ciwanê Kurd Alî Çîçek di azadkirina gelê Kurd de xwe berpirsyar dîtiye. Êş û zilma li ser gelê Kurd kiriye hêrs û çalakiyeke şoreşger.

Em di salvegera 35’emîn a Rojiya Mirinê ya li Zindana Amedê ya Nimreya 5’an de ne. Bi wesîleya vê salvegerê ez şoreşgerên ku di şertên dijwar de li ber xwe dan û şêwaza serketinê ava kirine, bi minnet û hurmetdarî bi bîr tînim.

Li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê gelek nirxandin hate kirin. Çiqas nirxandin werin kirin, li ser wê çiqasî were nivîsandin jî heqê vê berxwedanê nayê dayîn, mirov nikare vebêje. Herî zêde wêjevan û hunermend dikarin qala vê berxwedanê bikin. Divê di vî warî de gelek roman were nivîsandin û fîlm werin çêkirin. Fîlmê 14’ê Tîrmehê yê ku li Ewrûpayê tê nîşandan bûye destpêkeke xurt.  

Bi wesîleya 14’ê Tîrmehê di vê nivîsê de ez dixwazim qala Stêrka Sor ê PKK’ê Alî Çîçek bikim. Alî Çîçek bi milîtanî û berxwedana xwe ya mezin re bûye sembola ciwanên Kurd. Ji ber vî karakterê xwe şoreşgerê mezin, zanayê berxwedana zindanê M. Hayrî Dûrmûş ji bo Alî Çîçek gotiye “Ew, Stêrka me ya Sor e.” Di Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de divê mirov Alî Çîçek ê ku tevî Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz şehîd bûbû, îro bêtir fêm bike. Bi taybetî îroj mêtingeriya qirker êrîşên mezin dike, divê ciwanên Kurd kesayetî û pratîka Alî Çîçek baş nas bikin.

Dema ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêk dihat, cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê û îşkencekarê wê yê li zindanê Esad Oktay qala qelihandina PKK’ê dikir. Digot êdî wê kes qala navê PKK’ê neke. Di şexsê girtiyên di zindana nimreya 5’an de dixwest PKK û hêviya azadiyê ya gelê Kurd di zindanan de di nav betonan de bixeniqîne. Dema ku êrîşeke wisa li ser gelê Kurd hebû Alî Çîçek ê ku di dil û mejiyê wî de êş û hesreta gelê Kurd hebû, tevî sê hevrêyên xwe berxwedaneke fedaî derxist holê. Helwesta Alî Çîçek a ku hêrsa xwe ya li hemberî zilma li ser gel di kesayetiya xwe ya milîtanî de derdixist holê îro rê nîşanî ciwanên Kurd dide. Berpirsyariya Alî Çîçek îro derdixe holê ku divê ciwanên Kurd çawa tevbigere.

Alî Çîçek êş û zilma li ser gelê Kurd veguherandiye hêrs û çalakiyeke şoreşger. Heta ku vê hêrsa Alî Çîçek neyê fêmkirin tu kes nikare ji xwe re bibêje ez zarokê/a vî gelî me. Ji bo ku mirov bibe zarokê/a vî gelî divê mirov wekî balyozan li ser mejiyê dijmin bikeve. Gelo ji xeynî ciwanên Kurd wê kî vî gelî bigihîne azadiya wî? Wê ciwanên Kurd pêşentiya vê têkoşîna azadiyê neke, gelo wê kî pêşengtiyê bike? Li dijî êrîşên li ser gelê Kurd divê ciwanên Kurd peywira xwe bi cih bînin. Divê hemû ciwanên Kurd bibin Alî Çîçek. Yan na nikarin ji xwe re bibêjin em ciwanên Kurd in.

Alî Çîçek li Hêlwan û Rihayê bûye kabûsa hêzên qirker. Çalakiyên bi bandor li dar xistiye. Dema ku ketiye destê polîsan wekî Şoreşgerê Mezin Kemal Pîr peyvek ji devê wî derneketiye. Wekî Kemal Pîr henekên xwe bi îşkencekaran kiriye. Ew li dijî mêtingeran bûye hêrs, şûr û balyozê hêrsa gel. Îro wê ciwanên Kurd nedin dû şopa Alî Çîçek wê bidin şopa kê? Ciwanên ku nedin dû şopa Alî Çîçek, jiyana wan bêwate ye. Alî Çîçek bi helwesta xwe dawî li jiyanên bêwate aniye. Rêya jiyana bi wate nîşanî ciwanan daye.

Îro jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di binê pêkutiyeke mezin de ye. Îro jî mêtinger qala qelihandinê dikin. Ne bi tenê li Bakur, dixwazin li Rojava û Başûr, Rojhilata Navîn û li temamî cîhanê bikin. Dixwazin hemû nirxên Kurdan ji holê rakin. Li hemberî faşîzma Erdogan-Bahçelî û Esat Oktayê wan Suleyman Soylû divê wekî 14’ê Tîrmehê mirov dest bi berxwedanê bike. Çawa ku di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’ê Îlonê têk çû divê ciwanên Kurd beşdarî berxwedanê bibin û ji bo têkbirina faşîzma Erdogan-Bahçelî rola xwe bi cih bînin. Divê li Bakur û Tirkiyeyê her kolan bibe cihê çalakiyan.

Bi sed hezaran, milyonan ciwanên Kurd hene. Divê ev ciwan beşdarî refên gerîlayan bibin û bersivê bidin faşîstan. Rêxistina herî mezin a ciwanên Kurd gerîla ye.

Ciwanên Kurd bi têkoşîna gerîla îrade û serbilindî stend; îro jî bi têkoşîna gerîla wê ligel serokatî û gelê xwe, xwe jî azad bike. Ciwanên Kurd bi vê berxwedan û têkoşîna xwe, wê bibe hêza pêşeng a ciwanên cîhanê jî.

JÊDÊR: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA-HUSEYÎN ALÎ