Starê 4 rojnamevan hedef nîşanda
Starê 4 rojnamevan hedef nîşanda
Starê 4 rojnamevan hedef nîşanda
Rojnameya Hikumetê Starê dîsan rojnamevan hedef nîşanda. Di nûçeya îro ya di rojnameyê bi sernivîsa “Klawûza Tirkiyeyê ya Sînor Nenasan hikumxwariyê terorê ye” edîtorê ETHA û nûçegihanê ANF’ê Arzû Demîr, Koordînatorê Giştî yê Weşana Rojnameya Atilimê Sedat Şenoglû û Koordînatora Giştî ya Weşana Radyaya Ozgur Nadiye Gurbuz û rojnamevan Necatî Abay yê ji ber sedema cezayê lê birîne li sirgûnê ye hedef nîşan dan.
Di malpera înternetê ya rojanemeyê nûçeya bi îmzeya “Zafer Kütük”-http://haber.stargazete.com/politika/sinir-tanimayanlarin-turkiye-kilavuzu-bir-teror-hukumlusu/haber-722904- de tê îdîakirin ku, Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas û Komîteya Parastina Rojnamevana ji aliyê MLKP’ê ve tê birêve birin.
Weke delîla vê îdîayê jî hate îdîakirin ku, du rêxistinên navnetewî bi “4 rojnamevanên MLKP’ê” re hevdîtin pêkanîne. Di nûçeyê de hate îdîakirin ku, ETHA jî “ di bin rêveberiya MLKP’ê de weşanê dike”, rojnameyê îdîayên xwe wêdetir bir û îdîakir ku, RSF mûçeyê dide wan 4 rojnamevanan.
DÊ DOZ WERE VEKIRIN
Rojnamevanên ji aliyê rojnameya hikumetê ve hedef hatine nîşan kirin dê îro têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin. Rojnamevanên ku tekzîp ji rojnameyê re şandin, dê di derbarê Rojnameya Star û xwediyê nûçeyê Zafer Kutuk de dozê vekin. Rojnamevanên ku têkilkdarî nûçeyê saziyên navnetewî jî agahdar kirin, dê di qada navnetewî de jî hewildana bikin.