SP a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriya Tirk bikevin nava tevgerê

Yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê SP'ê nerazîbûneke tund nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku careke din xiyanet li Kurdan bê kirin." SP'ê bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rawestin.

Li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna li qada navneteweyî didome. Yek ji partiyên herî mezin ên siyasî yên li Swîsreyê Partiya Sosyalîst (SP) bi vê armancê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi îmzeya parlamenterên Parlamenta Neteweyî Fabîan Molîne, Nîcolas Heasler û Martîn Neaf hate weşandin. Di daxuyaniyê de bang li hêz û saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

'DEWLETA TIRK XWE JI BO DAGIRKERIYEKE NÛ AMADE DIKE'

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Erdogan destê xwe ji Sûriyeyê vekişîne" hate weşandin hate gotin, "Li pêş çavên dinyayê li Bakurê Sûriyeyê drameke nû dest pê dike. Piştî ku DYE'yê hêzên xwe ji hin deveran vekişand, Erdogan ji bo dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekariyan kir. Mîna ku bi sed hezaran mirovên ku di nava şerê 8 salan de hatin kuştin û bi milyonan mirov ji warê xwe bûn têrê nekiriye, niha jî hewl tê dayin ku herêma herî ewle ya Sûriyeyê veguherînin qada şer ku ev yek nayê qebûlkirin."

DIXWAZIN CAREKE DIN XIYANETÊ LI KURDAN BIKIN, LÊ BELÊ...

SP'ê diyar kir, hêzên Kurd ku ji bo paqijkirina dinyayê ji DAÎŞ'ê şer kirin, niha xwe ji şerekî nû re amade dikin û destnîşan kir, "Di nava lîstikên hêzê de her tim pêwîstî bi gelê Kurd hate dîtin û xiyanet li wan hate kirin. Niha jî dixwazin careke din xiyanetê li Kurdan bikin, lê belê rastiyek heye ku ew jî; civaka navneteweyî êdî bi Kurdan re ye, bi rengê aborî, siyasî û dîplomatîk piştevaniya Kurdan dike. Ji ber vê yekê wê civaka navneteweyî li dijî êrîşa li hemberî Kurdan raweste. Lewma divê Swîsre panzerên Tirk ên li ser sînora rawestîne ku li herêmê hîn bêhtir êş rû nedin."

'HER KES DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, divê Swîsre hem rola xwe ya çalak a li qada navneteweyî hem jî cihê xwe yê girîng ê li nava hiqûqa navneteweyî baş bi kar bîne û hate gotin, divê Konseya Federal pêşnûmeya 'Sûcên şer ên li Sûriyeyê rawestînin' ku SP'ê di 20'ê Adara 2018'an de pêşkêşî Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê kir qebûl bike û bikeve nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de ji bo astengkirina komkujiyên nû li xaka Sûriyeyê hate xwestin ku Konseya Federal bikeve nava liv û tevgerê û hate gotin, "Divê her kes li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bike. Ji bo rawestandina vê dagirkeriyê divê mafên ji qanûnên navneteweyî bên bikaranîn û li dijî dewleta Tirk pêkanîn bên ferzkirin."