Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li Enqereyê bi zimanekî tund şermezar kir. SP'ê ragihand, ku ji bo mirovên di li Enqereyê ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dan, ew di şînê de ne.
Daxuyanî bi pêşengiya seksiyona Kantona Baselê ya SP'ê hat dayîn. Parlamenterê SP'ê yê Baselê û namzetê parlamenteriya li Meclîsa Federal Mûstafa Atici, Alîkara Serokê SP Basel Mîchela Seggîan, Parlamenterên Meclîsa Federal ên ji SP Ûrsûla Metzger û Kerstîn Wenk pêşengî ji dayîna daxuyaniyê re kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser nuqteyên girîng.
BERPIRSYARIYA DEWLETÊ YE KU GELÊ XWE BIPARÊZE
Di destpêka daxuyaniyêde, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin û hat gotin, "Eger mirov bi awayekî aştiyane û bi hev re, ji bo demokrasî û mafên mirovan xwepêşandanê pêk tînin, dewlet berpirsyar e wan biparêze."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komkujiya li Enqereyê nîşaneya trajediyeke gelekî mezin e û hat destnîşankirin, ku wêneyê piştî komkujiyê derket holê, ji bo wan gelekî giran e ku nikarin rakin.
SP da xuyakirin, ku divê rewşa şîdetê ya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat afirandin bê bidawîkirin û da zanîn, ku divê komkujiya li Enqereyê ji aliyê dewletê ve baş were vegotin.
PÊWÎSTE HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ DI REWŞEKE DEMOKRATÎK DE WERIN KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku divê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê di rewşeke demokratîk û ewle de bê kirin û hat destnîşankirin, ku girîng e hikûmeta AKP'ê hurmetê nîşanî vîna gel a di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji sindoqê derkeve holê.
Di daxuyaniyê de ji hikûmeta Swîsreyê hat xwestin, ku ji bo hurmet ji mafên mirovan û demokrasiyê re bê nîşandan bangê li Tirkiyeyê bike û hat gotin, ku pêwîste Swîsre li pêşberî qewimînên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne.
SP'ê da xuyakirin ku weke partî ew li cem her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê ne û diyar kir, ku ew êşa windakirina mirovan di vê komkujiyê de parve dikin.
ATICI: MIROVÊN JI BO AŞTIYÊ DAKETIN QADAN, NEHATIN PARASTIN
Li aliyê din, Parlamenterê SP'ê yê Baselê û namzetê parlamenteriya li Meclîsa Federal Mûstafa Atici der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir, ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê demokrasî û azadiyan ve nayê qebûlkirin. Atici anî ziman ku AKP û Erdogan nikarîn gelê ji bo aştiyê daket kolanan biparêze û destnîşan kir, ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re divê rewşeke ewle li welêt bê afirandin.
Atici ku yek ji namzetên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) e, herî dawî ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn xwest, ku di hilbijartinên 18'ê Cotmehê yên Meclîsa Federal a Swîsreyê, dengê xwe bi kar bînin.