Soysuren: Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de azadî tê bisînorkirin

Civaknas Îbrahîm Soysuren diyar kir ku piştî komkujiya Parîsê hewl tê dayîn li gelemperiya Ewropayê têgihiştineke 'em çiqasî dev ji azadiyên xwe berdin, em ê ewqasî ewle bin' bê afirandin.

Civaknas Îbrahîm Soysuren diyar kir ku piştî komkujiya Parîsê hewl tê dayîn li gelemperiya Ewropayê têgihiştineke 'em çiqasî dev ji azadiyên xwe berdin, em ê ewqasî ewle bin' bê afirandin. Soysuren got, "Têgihiştineke; mîna ku DAIŞ ji Sûriyeyê hatiye mala me û êrîşî me dike, tê afirandin. Halbûkî ev însan 'berhemên' van civakan e. Mirovên ku bi yên qetil kirin re li heman cihî dijiyan bûn. Gelo çawa çêbû ku ev mirov ketin vê rewşê? Girîng e bersiv ji vê pirsê re bê dîtin."

Ji Zanîngeha Neuchatel a Swîsreyê Civaknas Îbrahîm Soysuren, bandora komkujiya Parîsê ya li Ewropayê, wateya komkujiyê ji bo van civakan û polîtîkayên li hemberî koçberan ji ANF'ê re nirxand.

'AZADIYA MIROVAN TÊ BISÎNORKIRIN'

Soysuren da xuyakirin ku bûyer û qewimînên piştî komkujiya Parîsê, dişibin yên piştî êrîşên 11'ê Îlonê û da zanîn ku komkujiya Parîsê darbe li nêrîna "Tiştên bi vî rengî li vir naqewimin" ya Ewropiyan xistiye.

Civaknas Îbrahîm Soysuren diyar kir ku helwesta Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û helwesta Serokê DYA yê wê demê George W. Bûsh a piştî êrîşên 11'ê Îlonê dişibin hev û got, "Her du serokan jî li hemberî du bûyerên di demên cuda de qewimîn heman nerazîbûn nîşan dan û li qada navneteweyî îlan kir ku şer daye destpêkirin. Di nava welêt de jî, ewlekarî weke hincet nîşan da û mafên bingehîn azadiya mirovan bi sînor kir. Atmosfereke welê afirandin, ku hişmendiya 'eger em dixwazin di rewşeke ewle de bijîn, divê em dev ji hin mafên xwe berdin' hat ferzkirin. Bi gotineke din hewl hat dayîn nêrîna 'em li vê derê gelekî azad dijîn, ji ber vê yekê ev rewş hat serê me' bixe serê civakê."

'EM ÇIQASÎ DEV JI AZADIYA XWE BERDIN, EM Ê EWQASÎ EWLE BIN'

Soysuren got, "Hikûmeta Fransayê ya ku piştî êrîşa Parîsê nizanîbû wê çi bike, dest bi astengkirina hin mafên bingehîn û azadiyan kir, ku ev maf û azadî ji Mgna Carta'yê û vir ve piraniya wan di encama têkoşînekê de ji bo parastina şexs li hemberî hêz û dewletê hatine bidestxistin." 

Soysuren da xuyakirin, ku li şûna zîhniyeta ewlekarîparêz a piştî 11'ê Îlonê hat ferzkirin bê lêpirsîn, nîqaş li ser mijara 'gelo ji ber ku em bi zêdegavî bi awayekî azad dijîn, lewma ev bûyer qewimiye' hat meşandin. Soysuren destnîşan kir ku zîhniyeta 'em çiqasî dev ji azadiyên xwe berdin, em ê ewqasî bi awayekî ewle bijîn' li ser civakê hatiye ferzkirin."

Soysuren bal kişand ser rewşa awarte ya 3 mehan li Fransayê hatiye ragihandin û bibîr xist, ku di rejîmên rewşa awarte de gelek mafên demokratîk ji însafa polîsan re tê hiştin. Soysuren got, "Em qala rewşeke welê dikin ku mirov bi awayekî hêsanî dikarin werin binçavkirin û biyanî bi hêsanî dikarin bên dersînorkirin."

'LÎDEREKÎ SOSYALÎST HEWL DIDE BI POLÎTÎKAYÊN RAGIRTIYÊ LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE'

Soysuren da zanîn ku ev atmosfera hatiye afirandin, herî kêm niha ji aliyê mirovan ve hatiye qebûlkirin û ragihand ku hikûmeta sosyalîst a li Fransayê, bi wergirtina hêza ji vê rewşê, polîtîkayên ewlekarîparêz ên ji aliyê rastgiran ve tên pêşniyarkirin, bi hêsanî dixe meriyetê. Soysuren anî ziman ku piştî komkujiyê, Hollande bi polîtîkayên partiyên rastgir dixwaze desteka gel a winda dike, ji nû ve bi dest bixe.

Soysuren da xuyakirin ku Hollande vê rewşê ji bo xwe weke deriyekî rizgariyê dibîne û bi temamî xwe li polîtîkayeke rastgir girtiye.

"KOÇBER DI NAVA TIRSA 'WÊ ÇI BI ME BÊ' DE NE"

Civaknas Soysuren diyar kir ku ev polîtîkayên ewlekarîparêz di nava gelek koçberên li Ewropayê dijî de rê li ber tirsa 'wê çi bi me bê' vekiriye û got, "Yên ku herî zêde bikevin bin tesîra vê rewşê, wê koçberên statuya xwe gelekî hesas in û ewlekariya wan gelekî kêm in. Ji bilî vê yekê, wê di qada civakî û aboriyê de pêşî li gelek mafên koçberan were girtin."

Soysuren ragihand ku divê nîqaşên li ser komkujiyê ne bi rengê 'yên ev kirine koçber in' bê meşandin û destnîşan kir, ku divê neyê ji bîr kirin, ev kesên komkujî kirine 'Ewropayî' ne û parçeyek ji heman civaka mirovên qetilkirin e. 

Soysuren got, "Pirsa divê were pirsîn 'ev mirov çiqasî entegre bûne?' ye. Gelo kîjan polîtîkayan û dînamîkên civakî rê li ber rûdana encameke wiha vekiriye? Têgihiştineke; mîna ku DAIŞ ji Sûriyeyê hatiye mala me û êrîşî me dike, tê afirandin. Halbûkî ev însan 'berhemên' van civakan e. Mirovên ku bi yên qetil kirin re li heman cihî dijiyan bûn. Gelo çawa çêbû ku ev mirov ketin vê rewşê? Girîng e bersiv ji vê pirsê re bê dîtin. Her wiha divê mirov bibîr bixînin, ku hemû kesên ji Ewropayê tevlî DAIŞ'ê bûne, koçber nînin. Di nav de yên Ewropî bi xwe hene; divê kûrbûnek xurt li ser vê rewşê hebe. Eger hin pêvajoyên civakî yên li Ewropayê bi awayekî rast bi pêş ve biça, gelo rêxistineke terorîst a li dijî mirovahiyê wê karîbûya bandoreke ewçend mezin li mirovan bikira ku pê komkujî bida kirin?"

...