Soylû êdî pêwîstî pê nabîne ku bêhiqûqiya xwe jî veşêre

Wezîrê Karê Derve yê rejîma AKP’ê Suleyman Soylû, têkoşîna bi madeyên hişber re kir hincet bang li serokên şaredarî, qeymeqam û waliyan kir ku ‘bê ku hiqûq û destûran’ li ber çavan bigirin, avahiyan hilweşînin.

Soylû li Edeneyê li Ajansa Jinûve avakirinê ya Çûkûrova di civîna Desteya Koordînasyona Bajar a têkoşîna bi Tiryakê re’ axivî.

Soylû îdîa kir ku ‘Li ser bejahî û behrê gelek madeyên hişber girtine’ destnîşan kir ku li gelemperiya Tirkiyeyê 60 hezar û 303 avahî tesbît kirine.

Soylû bi domdarî got: “Divê ev avahî yan bên ehlîkirin yan jî di şevekê de hemû bi yek carî bên hilweşandin. Bê ku li çep û rastê xwe bê nêrîn. Di vê mijarê de ne hiqûq û ne jî destûran nas bikin. Ev avahî ne tenê bi madeyên hişber ve eleqedar e, di heman demê de ji bo ewlehî û asayîşa başar jî xeteriyeke.”