Şoreşgerên Kurdistanê ê 70’yan PKK’ê vedibêjin-II

Şoreşgerên Kurdistanê ê 70’yan PKK’ê vedibêjin-II

Di 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de ARGK’iyan salên têkoşîn zor û zehmet yên ji sala 1984’ê heta salên 1990’î vegotin.
Gerîla çawa dijiya? Aliyê zehmetiyê çi bûn? Bi motîvasyonek çawa şer dikirin?

Gerîla Rauf Karakoçan, Serhat Engîzek, Nedîm Seven, Munzur Dersîm û Şerzan Şanster  ku piştî salên 1984’an tevlî gerîlayan bûn gotin: “Di şert mû mercên zehmet de  çend meha li jiyanê mayîn me wek mucîze didît. Hêza herî mezin piştevaniya hevaltiyê bû. Bandora jinan di şer de gelek bi bandor bû. Me di sal a1992 û 1997’an de derfeta şoreşê ji dest berda.  PKK dawetkirina ji bo têkoşinê ye. PKK jiyanek nû ye.” Her wiha PKK çawa nas kirine û  ji bo du gerîlayan çawa çekek diket, demên zor û zehmet û salên şerê dijwar û ARGK vegotin. 

RAUF KARAKOÇAN

Ez ji Elezîz Qerekoçanê me. Di 1984’an de tevlî PKK’ê bûm. Li herêmê zexta dixmin hebû bi salên 80’ê re ev zext zêde bû.  Em wek ciwanan lêgerînên me hebûn.  Wek bertekên li dijî van zextan tevlî PKK’ê bûm. Dema tevlî bûm di aliyê îdeolojîk û teorîk de ne zêde têr bûm.  Di tevlîbûna min de ez dikarim bêjim hestiyarî zêde bû.

PKK’Ê XETA ŞOREŞGERIYÊ BILIND KIR

Li Kurdistanê beriya PKK’ê gelek partî hebûn. Partiyên Kurd, şoreşgerên demokrat û rêxistin li Qerekoçanê zêde bûn. Tiştên ku me dixwest me bi wan re nedidît. PKK jî wê demê di asta derketina herî radîkal de bû. Xeta şoreşgeriyê bilind didît. Ez jî difikirîm ku bi rêbazên reformîst pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

Di 1977-78'ê de min PKK nas kir. Heval dihatin gundê me. Nêzîkatiya wan gelek cuda bû. Tişta ku ez kişandim PKK’ê jî ev bû. Min bi hezkirinek mezin lê dinihêrt. Li gorî tişta ku nifşa me kişand ev terza PKK’ê bû. Hevaltî, hezkirin û girêdana wan bû. Wê demê jiyanek me ya di jiyanê parvekirin hebû. Di hest, nêrîn, ruh û parvekirinê de nuqteyek me ya hevpar ava bibû.

Bêguman tevlîbûna me ya tevgerê ev ku em a herî baş bikin, a herî xweş û fedakariyê bikin. Salên şer ên dijwar bûn. Zor û zehmetî pir bû. Wê demê çend mehan li jiyanê mayîn ji bo me wek mucîze bû. Ji ber vê jî dema ez vedigerim li paşerojê dinêrim, xwedî potansiyela min a pêşxistina têkoşînê di asta jortir de ba.

PKK HER TIM BI DÎNAMÎKÊN XWE MEŞIYA

Tişta ku PKK ji rojên zor û zehmet anî van rojan  terza ku her tim bi hêza xwe li ser piyan maye. Bi dînamîkên xwe û bi piştgiriya gel mezin bû û ser ket. Ji roja PKK hatiya vakirin heta îro tiştên beyî derfet xwestiye. Li gorî vê amadekarî kiriye, xwe plan kiriye. Ji ber vê jî serkeftineke ku nebûye nesîbê ti gelî qezenc kiriye. Her tim xwe di aliyê îdeolojîk de pêş xistiye.

EZ JI NÛ VE AFIRANDIM

Di temenê ciwan tevlî bûm. Beşek mezin a emrê min di tevgerê de derbas bû. Ez nikarim PKK bi du gotinan sînor bikim. Taybetiyên wê yên mezin hene. Tevgereke kedê ya mezin e. Ji bilî serkeftinê tu tiştekî li xwe nayne.

TERZA PKK’Ê

Di demên ku bêhêvî û hilweşînên mezin çêbûne de PKK’ê xwe mezintir kiriye. Ev terza Serokatiyê ye. Mînak sala ez tevlî bûm sala ku herî zêde şehadet lê hatine jiyinê ye. Sala 58’an ji xwe sala şehîdan hatiye îlankirin. Wê demê êdî bi hevalan re hêmayek ‘Êdî ev kar li çiyayan nabe’ derketibû.  Lê li gel vê ji HRK’ê derbasî ARGK’ê bûn. Yanî di dema ku dihat gotin nabe, pêngavek mezin hat avêtin. 

SERHAT ENGÎZEK

Ez wek zarokê malbateke Dêrsimê ya sirgûnkirî li Gurgumê hatim dinê. Di salên 70’ê de min nêrînên sosyalîst çep nas kir.  Piştre min çepa Tirk nas kir. Vê ez têr nekirim. Di 70’ê de min Partiya Kurdistan a Sosyalîst nas kir.  Ev tevger yekem tevgera ku li derveyê welat xwe rêxistin kiribû.  Tevgera ciwanên xwendekar a Kurdistanê hebû. Di 1976’an de min koma Enqereyê  û tevgera Apocî nas kir. Eleqeya min ji bo wan zêde bû.  Min Haydar Altun nas dikir. Piştre demekê ez di Rêya azadiyê de mam. Lê ez têr nedikirim. Mi di salên 80’ê de PKK şopand. Min hemû belge dixwend. Di  1986’an de jî tevlî PKK’ê bûm.

PIRSGIRÊKÊN ME YÊN FÊMKIRINA SEROKATIYÊ HEBÛ

Di PKK’ê de tişta yekem bala min kişand têkiliyên bi hêz ên hevaltiyê û li pişt soza xwe bûn. Ez bi hişmendiyek mezin tevlî PKK’ê bûm. Ji ber vê min zehmetî nekişand. Min zehmetî dizanîbûn.  Bêguman demên zehmet hebûn. Di warê fêmkirina Serokatiyê de pirsgirêkên me hebûn me zehmetî dikişand.

PKK tevgereke Serokatiyê ye. Dema min Serokatî nû nas kir min ev fêm kir. Mînak di hemû têkoşîn û tevgeran de partî na, rêveberiya giştî esas e. Lê PKK ne tevgerek wisa ye. Ji ber vê jî fêmkirina vê ji bo min zehmet bû, ji ber ku ez ji kevneşopiyek din dihatim.

PIŞTÎ NASKIRINA RÊBER APO

Piştî ku min Serokatî nas kir şûnde tİ car fikara min ya weke ‘Gelo wê tevger bi ser bikeve’ çênebû. Di demên herî zor û zehmet de min baweriya xwe wenda nekir. Ev jî bi saya Serokatiyê bû. Di roja me ya îro de rêxistinbûn, hişmendî û civakîbûna bi gelê me re gelek girîng e. PKK’ê ev afirand.  Ev îfadeya herî baş a ku ev tevger ji ku hat ku derê ye. Bêguman ev ji bo me çavkaniya moralê ye.

NE TENÊ TÊKOŞÎNA KURDAN; YA MIROVAHIYÊ

PKK beriya her tiştî ruhê berxwedan û girêdana azadiyê ye. Dema PKK tê gotin têkoşîna serkeftinê, terza jiyanê tê hişê min. PKK ne tenê têkoşîna Kurdan têkoşîna azadî û rizgariya mirovahiyê ye.

BERXWEDANA KOBANÊ BERHEMA PKK’Ê YE

Bi taybet berxwedana Kobanê mînakek baş e. Di dîrokê de mînakên wisa gelek kêm in. Komûna Parîsê heye, li Rûsyaya Sovyet mînakên wisa hene. Lê ev ji bo parastina nirxên mirovahiyê şênber nebûne. Kobanê  nîşan daye ku PKK çawa li ber xwe dide û qezenc dike.

NEDÎM SEVEN

Ez di 1990’î de tevlî PKK’ê bûm. Di salên min ên xwendekariyê de yanî di salên 80’ê de nîqaşên şoreş û sosyalîzmê hebûn. Lêgerînên min hebûn. Li herêma Colemêrgê bandora aliyên reformîst hebû.  Bandora tevgera Barzanî û DDKD’ê hebû.  Bêguman di vê pêvajoyê de PKK’ê bandor li ser min kir. Lêgerînên min li Zanîngeha Çukurovayê zêde bûn. Di 89’an de bi komek xwendekar re em tevlî PKK’ê bûn.

EM NÛ TEVLI BIBÛN ÇEKA ME TUNEBÛ

Ez 16 salan bê navber li çiyayan mam. Piştre li qadên cuda min xebat meşand. Li gerîlayan gelek tiştî bandor li ser min kir.  Mînak hevalê min Îsmaîl Zengîn (Şoreş Adiyaman) li Bestayê  beyî guleyekê berde dijmin şehîd ket. Vê gelek bandor li ser min kir. Em nû tevlî bibûn. Çeka me tunebû. Piştî tevlîbûnê 40 roj şûnde çeka me hebû. Di heman pevçûnê de dîsa hevala Delal şehîd ket.

DU HEVALAN ÇEKEK BIKAR DIANÎ

Di şerê 92’an de ez li eniya Zapê bûm. Dewleta Tirk PDK û YNK girt cem xwe û tevgera Sandvîç pêk anî.  Amadekariya me hebû. Lê 80 hevalên bê çek hebûn. Me kom bi du kesên çekdar û kesekî bê çek danîbû mewziyan. Kûrahiya taktîkan tunebû. Çek û cebilxaneya me tunebû. Em 900 heval bûn. Me 16 heval şehîda da. Wekheviya jin û mêr û jiyanek azad lêgerînek bû. Hele di atmosfera şer de. Niha ev veguheriye şoreşê. Berxwedanên bi heybet yên hevalên jin çêbû.

Ev pêşketin berhema terza Rêber Apo ye.  Baweriya ciwan destpê dike ciwan bi ser bikeve ye. Ev di nava demê de vediguhere bîr û baweriyê ye.

ME DERFETA ŞOREŞA 1992-1997’AN JI DEST BERDA

Di sala 1992-97’an de derfetên mezin ketin destê me. Lê me ev ji dest berda. Dema ez vê dibêjim bêguman têkiliya wê bi rastiya dijminan heye. Me li djî NATO û Gladyoyê şer dikir.

Me di di 1994’an de ‘Hikûmeta şer a Behdînanê’ nîqaş kir. Şert û mercên wê hebûn. Ger me wê demê pêk bianiya me qadên azad zûtir dikarîbû ava bikira. 

MUNZUR DÊRSIM

Min ji zarokatiya xwe de bi hevkariya malbata xwe PKK nas kir. Pêngava 1984’an bandorek mezin kir  Ez ji Dêrsimê me. Malbata min malbateke ku êşa komkujiyê jiyaye. Ji ber vê jî sekna PKK’ê bandorek mezin li ser min dikir. 

MIROV DIBIN KESEKÎ DIN

Beriya PKK’ê jiyana min terza şexsî bû. Piştî tevlî PKK’ê bûm jiyana min guherî. Armanceke bûyîna PKK’ê heye. hedefên hevpar. Ruhê bi hevrebûn û hezkirina azadiyê. Rêhevaltiya PKK’ê ev bû. Her tişt parvekirin û  di demên herî zehmet de xwe bike mertal.  

BI BINGEHEKE SOSYALÎST AVA BÛ

PKK beriya her tiştî bi bingehek sosyalîst hatiye avakirin. Piştî teşebûna yekem şûnde parvekirin esas e. Jixwe bingeha sosyalîzmê ev e. Me berê ev zêde îfade nedikir, lê me dijiya. Me nedigot komunalîte, lê jiyana me wisa bû. PKK herî zêde bi şeklê jiyana xwe ji cîhanê re dibe mînek.

DAXWAZA MIN A HERÎ MEZIN

Ez gelek dixwazin serokatiyê bibînim. Ez bi telefonê bi Serokatiyê re axivîm. Gazî min kiribû. Lê komploya 9’ê Cotmehê pêk hat û nebû qismet. Vê bi min re xemginiyek çêkir. 

ŞERNAS ŞANSTER

Ez di 1992’an de ji qada Botanê tevlî bûm.  Wê demê geşedanên mezin hebûn. Vê bi taybet li qada Serhed û Botanê bandorek mezin li ser hevalan dikir. Eleqeya min zêde bi siyasetê tunebû. Min tenê dizanibû ku PKK partiyek Kurdane û bo Kurdan şer dike.  Înkara dewleta Tirk, bi cenazeyên şehîdan lîstin hesta min a tolgirtinê zêde dikir. Bandora herî zêde li ser min kir ev bû.

HEMÛ XEYALÊN MIN PÊK HAT

Li Botanê têkoşîn meizn bûn. Şer bê navber berdewam dikir.  PKK yekane partiya ku gelê Kurd diparast bû. PKK banga bo azadiyê ye.
Wê demê tevger ji ciwanan pêk dihat.hevalên berê bîr û baweriyek mezin belav dikirin. Her kesî kêmasiyên hev çareser dikir. Yanî her heval wek parçeyekê hevalê din bû. Di vê hawîrê de min hîs dikir ku hemû xeyalên min pêk hatine.

DILÊ MIN LI KOBANÊ YE

Ez gazî me û ji ber vê jî ez ji gelek tiştî dûr ketim. Yek ji van jî şer e. Îro têkoşîna me li her parçeyên Kurdistanê belav bûye. Bi taybet jî berxwedana li Kobanê. Lê mixabin ez nikarim biçim. Ev min gelek xemgîn dike. Dilê min li Kobanê diavêje.