Şoreşgerên ji aliyê Îranê ve hatin îdamkirin li Brukselê hatin bîranîn
Li paytexta Belçîka Brukselê, polîtîkayên îdamê yên rejîma Tehranê hatin şermezarkirin û şoreşgerên Kurd ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin, hatin bîranîn.
Li paytexta Belçîka Brukselê, polîtîkayên îdamê yên rejîma Tehranê hatin şermezarkirin û şoreşgerên Kurd ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin, hatin bîranîn.
Bi qasî 50 Kurdistanî li ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Brukselê li hev civiyan û polîtîkayên îdamê yên rejîma Tehranê protesto kirin. Di çalakiyê de şoreşgerên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin hatin bîranîn û dirûşmên "Dîktator Îran", "Faşîst Îran" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo çalakiya 16'ê Gulanê ya li ber Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê hat kirin.