Şoreşa Rojava li Stûttgartê hat pîrozkirin

Li Stûttgartê, roja 16'ê Tîrmehê bi meş û mîtîngekê, salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Di çalakiyê de her wiha şehîdên Pirsûsê jî hatin bîranîn.

Mîtînga li kolana Laûtenschlager, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava destpê kir.

Girseya gel piştî mîtîngê meşiya. Di meşê de pankarta Ciwanên Rojava-Stûttgart, pankarta ji wêneyên şehîdên Pirsûsê ya SGDF'ê, posterên şehîdên Pirsûsê, alên PYD, MLTP, Partîzan û Alinterî hatin hilgirtin.

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞEKE JINÊ YE

Di axaftina li ser navê PYD'ê de şehîdên Rojava hatin bîranîn. Qiseker qala girîngiya Şoreşa Rojava kir, ku şoreşeke mirovahiyê, şoreşeke jinê ye.

Piştre li ser navê Meclîsa Stûttgartê ya Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) rojnamevan Necatî Abay peyivî. Abay got, "Em bi çekên we silavên xwe ji Stûttgartê bişînin ji gelên li Rojava re." Li ser vê yekê hemû beşdarên çalakiyê bi hev re li çepikan xistin.

Di dewama axaftina xwe de Necatî Abay destnîşan kir, ku weke Meclîsa HDK-A ya Stûtgartê û weke şoreşger û sosyalîstan, em li dijî darbeya sivîl a bi destê rejîma AKP'ê ya faşîst hatiye kirin, li dijî darbeya leşkerî ne û got, "Rêya rizgariya gelên me, rêya sêyemîn a hêzên demokrasî û azadiyê ye."

Di meş û mîtîngê de 33 ciwanên şoreşger ên ji bo biçin Kobanê li Pirsûsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Meşa piştî mîtîngê bi qîrîna dirûşmeyan qediya.

...