BI DÎMEN

Şoreşa Rojava li Dûîsbûrg û Mannheîmê hat pîrozkirin

Bi wesîleya 4. salvegera Şoreşa Rojava, li bajarên Dûîsbûrg û Mannheîm ên Elmanyayê pîrozbahî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiya li Dûîsbûrgê li ber sirûda Ey Reqîp bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê destpê kir. Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan, endamê Koordînasona PYD'ê li Ewropayê Ehmed Kobanê, endamê Meclîsa PYD'ê li Ewropayê Rifat Efrîn û gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li qada pîrzobahiyê pankarta bi nivîsa "Kobanê Dengê Azadîxwazan e", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Arîn Mîrkan, Ebû Leyla û Îvana Hoffmann ên li Rojava şehîdk etin, hatin daliqandin.

Di destpêka pîrozbahiyê de endamê Koordînasyona PYD'ê li Ewropayê Ehmed Koobanê û endamê Meclîsa PYD'ê li Ewropayê Rifat Efrîn axivîn.

Piştre Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan mafê axaftinê wergirt û hemû cangoriyên Şoreşa Rojava bibîr anî.

Dogan bibîr xist, ku dema gava destpêkê ya Şoreşa Rojava hat avêtin, gelek kesî bawer nedikir ewçend bi pêş ve biçe û got, "Rojava di demeke kurt de veguherî hêviya gelan, li cîhanê hat qebûlkirin û hêza vîn û temsîliyeta çandan, bawerî û gelan derxist holê."

Piştî axaftina Dogan Koma Şehîd Welat, Roj Alî, Zozan, Koma Evîn Sarya, Peywan Arjîn û Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê jî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya bi sedan kesî pîrozbahiyek lidar xist. Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir de, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Cano Yildiz axivî. Yildiz da xuyakirini ku Şoreşa Rojava, berxwedana Pirsûsê ji bo Kurdan mînakên berxwedanê ne û diyar kir, wê li Kurdistanê xweseriya azad bi cih bê û bang li Kurdên li derveyî welat dijîn kir, ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.

Nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, AGÎF, ATÎK û AABF jî mesajek şandin çalakiyê. Pîrozbahî bi stranên Koma Anatolîa û govenda li ber van stranan hat gerandin, qediya.

...