Şopên rojane yên qedexeya 21 salan

Şopên rojane yên qedexeya 21 salan

Li Elmanyayê piştî qedexeya li ser PKK'ê ya ji 26’ê Mijdara 1993’yan û pê ve, zexta li Kurdan zêde bû. Bi sedan kes hatin girtin, bi hezaran hatin qeydkirin, rastî cezayê girtîgeh û pereyan hatin, mafê rûniştina wan ji dest hat girtin. Bahattîn Dogan, Abdurahman Karataş û Emîn Bayran tenê ji wan çend kes in. Tê xwestin ku mafê rûniştina wan ji destê wan bê girtin û bên dersînorkirin.

Wezîrê Karên Hundir Manfred Kanther di 26’ê Mijdara 1993’yan de daxuyaniyek da û diyar kir ku xebatên PKK û ERNK’ê li Elmanyayê qedexe ne. Di ser de 21 sal derbas bû.  Ji wê rojê û şûnde zextên li ser Kurdan didomin. Bi sedan Kurd hatin girtin û bi hezaran rastî ceza hatin.

Ev zext di roja me ya îro de jî berdewam dikin. Endamê Desteya Rêveberiya NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan, nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Polîtîkayê yê Stuttgartê  Abdurahman Karataş û  Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbron Emîn Bayram bi hinceta ku di saziyên Kurd de dixebitin mafê rûniştina wan ji dest hat girtin û tê xwestin ku bên dersînorkirin. Siyasetmedar û rojnamegeran diyar kirin ku biryar dij demokratîk e û li dijî vê dê têkoşîna hiqûqî bidin.

MAFÊ RÛNIŞTA WÎ YA 15 SALAN JI DEST HAT GIRTIN

Bahattîn Dogan ji 1997’an heta niha li Elmanyayê wek penaberê siyasî dijî. Di sala 2012’an de Cîgirê serokê YEK-KOM’ê bû û  Midûriyeta Ewlehiyê ya Karlsruhe (Regierungspräsidium),  rûniştina wî ya bêdem betal kir. Hincet jî ev bû ku di saziyên Kurd de dixebite. Dogan piştî vê  biryara ku mafê rûniştina wî ya 15 salan hatiye betalkirin, wê di hefteyê du caran biçe îmzeyê bide. Ji ber vê sîgorteya tenduristiyê ya Dogan hat betalkirin û ehliyeta wî ji dest hat girtin. Bahattîn Dogan niha bi hevkariya parêzeran têkoşîna hiqûqî dide, biryara dersînorkirinê daye sekinandin û bi rûniştina demborî li Elmanyayê dimîne

Dogan got: “Doza li ser şexsê min hatiye vekirin, di rastiyê de li saziya ku dixebitim hatiye vekirin. Em pêkanînên bi vî rengî teqez qebûl nakin. Ev operasyoneke qirkirina siyasî ya nû ye. Di dema ku rûniştina min hat betalkirin li Tirkiyeyê operasyonên KCK’ê hebûn. Li vir jî heman tişt heye. Ev pêngaveke krîmînalîzekirina komeleyên me ne."

Dogan da zanîn ku di xebatên siyasî yên ku dimeşînin de tu car mirov dawetî şîdetê nakin û got: “Xebatên me demokratîk û qanûnî ne. Mixabin hiqûq di roja me ya îro de jî vê dike qurbana stratejiyên siyasî berjewendiyên aborî. Elmanya ev 20 sal e li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirina siyasî dimeşîne û yên nû lê bar dike. Ev rewş bi terorîzmê nikare bê îfadekirin. Li Elmanyayê Kurdan ji bilî bertekên  li dijî dewleta Tirk tiştekî din nekirine û  zirar nedane civaka Elman an jî malê wan. Zextên Tirkiyeyê yên li ser civaka Kurd li holê ne. Dewleta Tirk ji bo ku gel bêdeng bike serî li her rê dide. Zext li ser Kurdan zêde bûne.”

Dogan da zanîn ku li dijî van pêkanînên Elmanyayê wê têkoşîna wan a hiqûqî bidome.

JI BER KU EZ NÛÇEGÎHANÊ OZGUR POLÎTÎKAYÊ BÛM

Abdurahman Karataş jî  di 2003’an de ji ber zextên Tirkiyeyê hatiye Elmanyayê û bi eslê xwe ji Cizîrê ye. Li bajarê Karlsruhe serlêdana penabertiyê kiriye û di saziyên Kurd de xebitî. Di 2008’an de  îltîcaya Karataş hat redkirin û li ser van xebatan cara duyem serlêdan dike. Abdurahman Karataş pêvajoya ku jiya wiha vegot: “Dema daxwaza min a penabertiyê hat redkirin min cara duyem serlêdan kir. Min li ser xebatên vir îfade da. Ez ji 2006’an de ji Rojnameya Ozgur Polîtîkayê re nûçegîhaniyê dikim û her wiha min Serokatiya Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya Stuttgartê dikir. Di 2011’an de serlêdana min a penabertiyê hat qebûlkirim. Ez ji bo pasaporta xwe çûm Daîreya Biyaniyan û salek destûra rûniştinê girt. Di rastiyê de divê beyî dem destûr bihata dayîn.

Lê gotin ku ew ê lêkolîn bikin ka ti kesekî bi xeterî yan na. Piştî vê îşkenceyan destpê kir. Piştî demekê testa nivîskî pêk anîn. Ez lêpirsîn kirim.  Min mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Di 9’ê Çileyê 2009’an de ji min re name şandin û  mafê rûniştina min ji destê min girtin. Ji wê rojê şûnde ez hefteyê du caran diçim qerekolê îmze davêjim."

Karataş got ew bavê 5 zarokan e û keça wî ya herî mezin du meh şûnde wê biçe zanîngehê û got: “Ez rojnameger im û min serokatiya komeleyê kiriye. Ji bilî wê ti xebateke min a siyasî tune. Ez legal dixebitim. Dema pasaporta min hebû ez fermî dixebitim. Heta niha sûcekî min tune. Ez wateyê nadim vê biryarê."

9 SAL ŞÛNDE MAFÊ RÛNIŞTINÊ JI DEST HAT GIRTIN

Emîn Bayman ê ji Êlihê di 1994’an de hat Elmanyayê. Di 1999’an îltîcaya wî hat qebûlkirin û li bajarê Heîlborn dijî.  Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bû. Emîn Baymen û malbata xwe destûra rûniştinê girtin û piştî 9 salan şûnde ji ber ku di saziya Kurd de dixebite ji destê wî hat girtin. Lê piştî têkoşînek demdirêj 4 salên din jî mafê rûniştinê girtin. Malbat ku di 2012’an de dîsa mafê rûniştinê girtin, dîsa rastî pêkanînan hatin. Di rojên buhrî de ji Emîn Bayman re nameyek hat û di nameyê de rûniştin hatiye betalkirin û tê gotin ku divê hefteyê du rojan îmzeyê bavêje. Bayman got:  “Wek hincet jî dibêjin, çima di komeleyên Kurd de dixebitin. Biçin malên xwe rûnin.  Armanca wan ev e ku me bitirsînin. Ez hevserokê navendê me. Karê me qanûnî ye."

Emîn Bayman da zanîn ku ew biryarê derveyê hiqûqê û bê wate dibînin û got ku ev zîhniyet berdewama îmhakirina li Tirkiyeyê ya li ser wan dihat meşandine. Bayman got: “Tirkiyeyê çawa zimanê me qedexe kir çanda me qedexe kir, ew jî dixwazin heman tiştî bikin. Tirkiye me dikuje dike girtîgehê. Li vir jî heman tişt e. Em hefteyê du caran îmzeyê davêjin. Em ji bajarê xwe nikarin derkevin derve. Em di girtîgeha vekirî de ne. Yekane armanca me ev e ku em çanda xwe bidin jiyîn. Me zerara neda kesî.”