Şopa 14 hezar kesên di şerê Yugoslavya de winda bûne ne diyare
Şopa 14 hezar kesên di şerê Yugoslavya de winda bûne ne diyare
Şopa 14 hezar kesên di şerê Yugoslavya de winda bûne ne diyare
Di şerê navbera komarên Yugoslavyayê yên salên 1990 de, hay ji 14 hezar kesên di encama operasyonên xalîkirina (tunekirina) etnîkî de nîne.
Li gorî daxuyaniya hevpar a saziyên civakî yên sivîl ên ji bo diyarkirina aqûbeta kesên di şer de winda bûne dixebite, 14 hezar kesên di operasyona xalîkirina etnîkî ya di dema şerê navbera komên Yugoslavyayê yên salên 1990 de wenda bûn, hay ji wan nîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 20 sal in malbatên windahiyan bi neçarî li mirovên xwe digerin û bang li rêveberiyên Hirvatîstan, Bosna-Hersek, Makedonya, Sirbîstan, Karadag û Kosovayê hat kirin ku ji bo dîtina windahiyan hîn bêtir bixebitin.
Hêjayî gotinê ye ji 40 hezar kesên di dema şer de winda bûbûn aqûbeta 26 hezar ji wan hat diyarkirin, lê hay ji 14 hezarên mayî nîne.
Gunehbarên şerê Sirp ku li dadgeha Ceza ya Navneteweyî li Lahey’ê hatin darizandin, qebûl nekiribûn ku di vî warî de hevkariyê bikin.