Sondaya fezayê InSîght ew ê dakeve Marsê

Sondaya fezayê ya NASA’yê InSîght piştî xebateke heft salan û rêwîtiyeke heft mehan wê roja Duşemê dakeve Marsê.

Rêwîtiya InSîghtê ji aliyê endazyarên NASA’yê ji Dinyayê lê tê temaşekirin. Ji têketina atmosfera Marsê heta temasa bi tehtên li wê derê, plana her tiştî hatiye kirin.

Şefê rêveberiya zanistî yê NASA’yê Thomas Zûrbûchen roja Yekşemê daxuyanî dabû û gotibû ku, “Heke mesele Mars be, tu tişt nehatiye bidestxistin. Mars gelekî dijwar e.”

Ji sala 2012’an û vir ve ew ê cara pêşîn cîhazek dake Marsê. Berê jî cîhaza Cûrîosîty a NASA’yê şandibûn Marsê. Heta niha tenê DYE’yê karibûye robotekî bişînin Marsê. Gelek ceribandinên Ewrûpa û Sovyetê jî têk çûn.

Divê InSîght bi saeta Greenwîchê (GMT) di saet 19.47’an de nêzî atmosfera Marsê bibe. Di xijikandina bi atmosferê re ew ê germahî bibe 1500 derece. Lê sonda bi santraleke termîk tê parastin.

Tê payîn ku sonda bi saeta GMT di 19.54’an de ew ê dakeve Marsê. Piştî nêzbûna atmosferê û heta daketinê, di wan 7 deqîqeyan de ew ê tu kes û tişt nikaribin alîkariyê bidin sondaya InSîghtê. Mars tekane gerstêrk e ku heta niha mirov ji li ser axa wê tê analîzkirin.