‘Sonda me’ êdî nayê gotin

‘Sonda me’ êdî nayê gotin

Piştî ku pakêt ji aliyê serok wezîrê Tirk Erdogan ve hate aşkira kirin, rakirina ‘sonda me’ di rojnameya fermî de hate weşandin. Di saziyên dewletê de jî qedexeya sernixumandinê rabû û serbestiya di vî warî de kete meriyetê. 

Li gorî giştînameya Serokwezaretiyê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di Rêvebernameya Saziyên Hîndekariya Seretayî yên Wezareta Perwerdeyê de, xala 12. a ku "Her roj beriya destpêkirina dersan, di bin çavdêriya mamosteyan de 'Sonda Xwendekaran' bi xwendekarên dibistana seretayî dide xwendin' ji meriyetê hate rakirin.

Dîsan di pakêtê de “di saziyên giştî de azadiya sernixumînê” cih digirt, girêdayî vê jî di rojnameya fermî de giştîname hate weşandin. Li gorî vê ji niha û pêve ‘sernixumandin’ serbeste di hemû sazî û dezgehên gelemperiyê de.

Lê belê ev zagon personelên artêş, polîs, dadger û dozgeran nagire nava xwe.