Sommer ê tirsa Tirkiye dîsa endamê PE’yê ye!

Sommer ê tirsa Tirkiye dîsa endamê PE’yê ye!

Endamê Parlamentoya Ewropayê Renater Sommer ê li hemberî Tirkiyeyê bi helwestên xwe yên tund tê naskirin careke din ji aliyê partiya CDU ve ji bo hilbijartinên PE’ê wek namzet hat hilbijartin. Kommer di civata giştî ya partiya xwe de got ku di salên dawiyê de Erdogan rûyê xwe yê rastî nîşan daye û bi vê matmayî nemaye.
Siyasetmedarê Demokrat Xrîstiyan a  Alman Renater Sommer, ji sala 1999’an ve endamê Parlamentoya Ewropayê ye. Di heman demê de jî  ku endamê Komîsyona Parlamentoya Karma ya Tirkiye-YE ye, yek ji wan kesan e  ku li hember endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE derdikeve.

Siyasetmedarê Alman di berdewama axaftina xwe ya di civata giştî ya partiya xwe de got, "Tirkiye veguheriye girtîgeha herî mezin a rojnamevanan.

Renater  Sommer, piştî Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya YE ya 2012’an hat aşkerakirin têkildarî raporê di nirxandineke xwe ya ji ANF’ê re rapor şibandibû  "Romana herî bi tirs a salê”.   Sommer destnîşan kiribû ku li Tirkiyeyê êrîş û binçavkirinên li hemberî muxalif, kêmnetewe, kêmar, rojnamevanên hukûmetê rexne dikin, bûye parçeyek ji jiyana rojane û wiha berdewam kiribû:  "Tirkiyeya ku divê nirxên Ewropayê qebûl bike, berevajî nirxên xwe dide ferzkirin. Êdî dema ku mirov bêje,  'Tirkiyeya hêja; yekîtiyê ji bîr bike, hatiye ’”