SKYP'ê ji bo 8'ê Adarê bang kir

Meclîsa Jinan a SYKP Ewropa bal kişand li ser destketî û êrîşên li dijî jinan û ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir ku dakevin qadan.

Meclîsa Jinan a SYKP Ewropa ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Ji bo mafê jiyanê, azadî û keda me 8'ê Adarê li her devera cîhanê em ê dakevin qadan. Em ê li ber zextan serî netewînin û li dijî kapîtalîzmê têbikoşin."

'LI DIJÎ MAFÊN HATINE BIDESTXISTIN ÊRÎŞ HENE'

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Bi paketên îstihdamê yên cûda jin bi heqekî biçûk tên xebitandin û dixwazin di nava malê de keda jinan tune bikin."

8'Ê ADARÊ DAKEVIN QADAN

Meclîsa Jinan a SYKP Ewropa ragihand ku tevî êrîşan hemûyan jin li Rojhilata Navîn û her derê cîhanê li ber xwe didin û ev bang kir; "Em bang li jinan hemûyan dikin ku dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin."