Skandala guhdarîkirinê di serê Steînmeîer teqiya!

Skandala guhdarîkirinê di serê Steînmeîer teqiya!

Ji ber Skandala ‘tele-kulak’ ya ku li Almanyayê ya îstîxbarata DYA’yê, li Demokratên Sosyal rexneyên giran tên kirin.  Partiya Çep, serokê Daîreya Serokwezîrtiya  desthilatdariya civakî ya di navbera 1999-2005’an de, Frank Walter Steînmeîer wek ‘duruyê herî mezin yê skandala gundarîkirînê’ sûcdar kir.

Li Almanyayê Teşkîlata Îstîxbarata Leşkerî ya Amerîkayê (NSA) pergelake ava kir û  derket holê ku telefon û nameyên elektronîk yên welatiyan dişopînin. Lê di rojên dawî de aliyên van nîqaşan guherî. Niha li nûna  partiya Xiristiyanên Demokrat a di bin desthilatdariya Angela Merkel  de, Demokratên sosyalîst yên di sala 1999-2005’an de welat bi rê ve dibin bi tundî tên rexnekirin.

Kesî herî zêde tê rexnekirin jî serokê koma Meclisa Federal a SDP’ê Frank Walter Steînmeîer e. Steînmeîer bi navbera salên 2005-2009’an de bi Merkelê de di dema ‘koalîsyona mezin de ‘wezîrtiya karê derve’ kiriye.  Piştî êrîşên 11’ê Îlonê dema DYA’yê  li welat tora îstîxbaratê ava dikir Serokê Daîreya Serokwezîrtiya ji koordînasyona navbera rêxistinan a îstîxbaratê berpirsyar bû.

Steînmeîer da zanîn ku ew ji bo îfade dayîn hevkariya di navbera DYA û Almanyayê de amade ye. Serokê Giştî yê SPD’ê Sîgmar Gabrîel jî da zanîn ku Demokratên Xiristiyan  ji bo fatureya skandalan li wan neyên birîn Steînmeîer hedef nîşan dane.

SPD DERIYÊ GUHDARÎKIRINÊ VEKIR

Hevserokê Partiya Çep Katja Kîppîng ji rojnameya “Mitteldeutschen Zeitung”  re axivî û got kesê sereke yê vê skandalên Steînmeîer e. Kîppîng ji bo Steînemeîer diya kir ku ew ‘Du rûyê herî mezin yê skandala guhdarîkirinê ye’ û destnîşan kir ku wisa xuyaye ku hikûmeta demokratên sosyal, ji bo agahiyên guhdarkirinê yên Almanyayê bigihên DYA’yê hemû deriyên xwe vekirine.