Siyasetmedarên jin ên girtî ketin ber lêpirsîna 'Efrînê'

Siyasetmedarên jin ên HDP û DBP'yî yên girtî, ji ber ku ji bo Efrînê ketine greva birçîbûnê, ketin ber lêpirsînê.

Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1. a Kandirayê dîl girtî ne, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê. Dozgerê Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1. a Kandirayê, der heqê siyasetmedarên jin de dest bi lêpirsînê kir.

SIYASETMEDARÊN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Siyasetmedarên jin ên ketin greva birçîbûnê: Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk, Parlamenterên HDP'yî Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk Ozkan, Guler Yildirim, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevşaredarên DBP'yî Gultan Kişanak, Nûrhayat Altûn û Şaredara berê ya Dersimê Edîbe Şahîn.