Siyasetmedarê Kurd bi şert hate berdan

Siyasetmedarê Kurd Hidir Yildirim ku meha Sibatê li Elmanyayê hate girtin, ji aliyê dadgeha Berlînê ve bi şert hate berdan.

Yek ji siyasetmedarên Kurd ên ji ber xala "129b" a destûra bingehîn a Elmanyayê tên darizandin Hidir Yildirim e. Rûniştina doza darizandina Yildirim li Dadgeha Îdarî ya Berlînê pêk hat û di rûniştinê de biryar hate eşkerekirin.

Rûniştina dawî ya doza Yildirim ku 12'ê Îlonê dest pê kiribû, duh pêk hat. Girseyeke qelebalix a daxwaza azadiya Yildirim dikir, duh rûnişt şopand. Di destpêka rûniştinê de dadgehê ragihand ku dozgerî dixwaze Yildirim bi 2 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê were cezakirin û biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku PKK partiyeke siyasî ya sosyalîst e û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî 'Kesê bi navê Kurdan biryarê dide' ye. Li rûniştina dadgehê qala sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hate kirin. Dadgehê tevî vê yekê jî îdîa kir ku  Yildirim 'kadroyekî PKK'ê ye' û ji ber ku PKK jî rêxistineke qedexekirî ye ceza li siyasetmedarê Kurd birî.

Hem salek û 9 meh ceza li Yildirim birî, hem jî biryar da ku ji bo beşa mayî ya ceza, bi şert were berdan. Yildirim jî li rûniştina dadgehê parastina siyasî kir û anî ziman ku ew ne poşman e. Li ser vê yekê dadgehê ragihand ku Yildirim wê nikaribe ji mafê kefaletê sûdê werbigire.

DARIZANDIN WÊ BIDOME

Li 11 siyasetmedar û akîtîvîstên Kurd Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mûstafa Çelîk, Kenan Baştû, Alî Ozel, Ahmet Çelîk, Alî Hidir Dogan, Zekî Eroglû û Mûhlîs Kaya yên di salên dawî de li Elmanyayê hatin girtin, ji 2 heta 3,5 salan cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Parêzerên siyasetmedarên Kurd serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal dan û dadgeha federal jî hê biryara xwe eşkere nekiriye.

Komeleya Azadî ku ji bo aktîvîst û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin têkoşîneke hiqûqî dide, berdana Yildirim bi kêfxweşî pêşwazî kir. Li gorî agahiyên ji aliyê dadgehê ve hatin dayin, tê payin ku 7 siyasetmedar an jî aktîvîstên Kurd careke din derxînin pêşberî dadgehê.