'Siyaseta Elmanyayê ya li ser Efrînê rezîltî ye'

Rojnameya "Mitteldeutsche Zeitung" helwesta rêveberiya Berlinê ya li pêşberî dagirkirina Efrînê bi tundî rexne kir. Bêdengiya hikumeta Merkel a li pêşberî desthilatdariya Erdogan weke "rewşeke rezîl a ku mirovan aciz dike" şîrove kir.

Bêdengiya hikumeta Demokratên Xiristiyan/Demokratên Sosyal a bi Serokwezaretiya Angela Merkel a li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û piştgiriya neyekser a ji bo vê dagirkeriyê, di nava çapemeniya Elman de bû mijara rexneyê.

Di şîroveyeke îro ya rojnameya "Mitteldeutsche Zeitung" ku rojane li Elmanyayê tê weşandin, polîtîkaya derve ya rêveberiya Berlînê bi taybetî ya li ser Efrînê bi tundê hate rexnekirin. Di şîroveyê de işaret bi siyasetên cuda yên Fransa û Elmanyayê hate kirin û wiha hate gotin: "Di siyaseta derve de Ewropî û Elman mîna hev nafikirin. Ne li ser êrîşa bi gaza kîmyewî ya li Salisbury, ne jî li ser êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê nêrîneke hevpar nayê nîşandan. Her kes piştgiriyê dide Londonê, lê hikumeta Elman a Federal dibêje, divê li benda delîlên ku nîşan didin ku li pişt êrîşê Rûs hene, bisekinin.

Helwesteke bi heman rengî li der barê êrîşa leşkerî ya li herêma Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê jî rû da. Fransayê, tevî rîska ku bi dewleta Tirk re li ber hev rabin jî, destê xwe yê alîkariyê dirêjî Kurdan kir. Lê belê hikumeta Elman a federal hê nabêje ku tişta artêşa Tirk kiriye li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Elmanya her wiha ji bo rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ti pirsgirêkê jî nabîne. Ev yek rewşeke rezîl e ku mirovan aciz dike."

'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA LI SER SÛRIYEYÊ BIBE XWEDÎ POLÎTÎKAYEKE HEVPAR'

Bang û rexneyeke bi heman rengî ji endamê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a bi lîderiya Merkel (CDU) ji parlamenter Roderich Kiesewetter hat. Kiesewetter ku yek ji navekî girîng ê siyaseta derve ya CDU ye diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa li ser Sûriyeyê xwedî polîtîkayeke hevpar be û got, "Ya ku me Ewropiyan eleqedar dike, divê ji nû ve avakirina Sûriyeyê be."

Siyasetmedarê ji CDU ragihand ku ji bo biryarên li hevdîtinên navneteweyî yên mîna Cenevre û Soçî li ser aştiya li Sûriyeyê tên girtin bi cih were anîn, divê dîplomasiya Elman zextê bike. Kiesewetter hewldana ragihandina "Herêma ewle ya Sûriyeyê" ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate rojevê bi tundî rexne kir.

Kiesewetter daxwaza Wezareta Karên Hundir a Federal ku xwest, rewşa ewlekariyê ya li Sûriyeyê ji nû ve bê nirxandin, weke gaveke rast nedît û ji qenala Phoenixê re got, "Heta ku Esad li ser desthilatdariyê be û rejîmên terorê yên Îran-Rûs-Tirk hebin, divê bi ti awayî penaber li Sûriyeyê neyên vegerandin."

Herî dawî, civîna li Enqereyê ya navbera Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li Elmanyayê rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Wezîrê dewletê yê ji têkiliyên derve berpirsyar Nils Annen ji ARD'ê re axivî û ji bo civîna li Enqereyê gotibû "Civîna bilind a şer."