Şirnex ji bo 3 karkerên di binê hezazê de ne seferber e

Şirnex ji bo 3 karkerên di binê hezazê de ne seferber e

Li qada Giron a Şirnexê, xebatên lêgerîn û rizgarkirina 3 karkerên di binê hezazê (xirbeyê kana komirê) de man e, ji duh êvarê ve dewam dikin. Ji navend û gundên Şirnexê gel ji bo tev li xebatên rizgarkirinê bibin herikîn qada hezazê.

Li qada Giron a Şirnexê, karkerên bi navê Huseyîn Dekçî, Suleyman Gokalp û Mahmût Îçkale yên li kana komirê ya Yûsûf Cengîzoglû dixebitîn, duh berêvarê saet li dora 16'an ji ber hilweşîna kanê di binê axê (hezaz) de man. Li ser vê yekê gelek welatiyên ji navend û gundên Şirnexê duh êvarê hatin cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Ji ber ku li bajêr ekîbên rizgarkirinê yên AFAD'ê nîne, ji Sêrtê ekîbên rizgarkirinê hat xwestin. Di dema xebatên rizgarkirinê de Walî Hasan Îpek ê nû li Şirnexê hat wezîfedarkirin hat cihê bûyerê û ji rayedaran agahî wergirt.

Tevî zarokên 14-15 salî, Şirnexî bi ruhê seferberiyê xebatên rizgarkirinê dimeşînin. Kolandin û xebatên rizgarkirinê li herêmê dewam dikin.