Sindoqa referandûmê wê li hêlîna MÎT’ê DÎTİB’ê were danîn

HDK-F: YSK’ê rêxistina alîgir a DÎTÎB’ê li Strasborûrg û Lyonê weke cihê dengdanê diyar kir. Bi vê biryarê ti bawerî bi YSK’ê nemaye, diyar kiriye ku amûrek ji desthilatdariya AKP’ê ye.

HDK-Fransayê diyar kir ku YSK’ê li Lyon û Strasboûrgê ya Fransayê ji bo cihê dengdanê ya referandûma 16’ê Nîsanê rêxistina alîgir a AKP’ê DÎTİB hatiye diyarkirin û got bi vê biryarê ti bawerî bi YSK’ê nemaye û nîşan daye ku amûra desthilatdariya AKP’ê ye.

HDK-Fransa têkildarî mijarê wiha got: ‘’Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li Lyon û Strasboûrgê cihê dengdanê rêxistina alîgir a AKP’ê Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTIB) hate diyarkirin. YSK bi lez û bez yasa guherandin û rê li ber vekiriye ku  li cihê îbadetê û salonên konferansê sendoq were danîn. Em bi vê biryarê careke dî radigînin, YSK’ê bêalîgiriya xwe ji dest daye, bawerî pê  nemaye û nîşan daye ku ew amûrek ji serweriya AKP’ê ye.

Têşeyekî dî yê terora dewletê, hîle, tundî, zexta li dijî kesên ku li dijî rejÎma yek zilamî ku dîktaya Erdogan/AKP dixwazin bi hemû gelê me bide dengddan ew e ku li Lyon û Strasboûrgê li mekanên DÎTÎB’ê sendoqên dengan hatin danîn.

Ji me  ME pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan ve( HDK)  ve pir zelal e ku dîktatoriya AKP/Erdogan ti hiqûqa gerdûnî û etîkê nas nake, ev weke tazîbûn kral li ber çavan e û rastiyeke xwerû ye.

Hemû hêzên ku muxalîfên kirinên dewleta Tirk in; Kurd, Elewî, Ermen, sosyalîst, rewşenbîr û pêşverû DÎTÎB’ê ji nêz ve nas dikin, dewletê Ewropa jî  belge kiriye ku rêxistineke sîxûrî ye ku MİT’ê ye.

DÎTÎB bûye amûrê polîtîkaya Senteza Tirk-Îslamê, têkildarî kesên muxalîf ên AKP’ê agahî dane hev û dane dewleta Tirk.

DÎTÎB rêxisinbûyina polîtîkayên Îslamî yê bi destê dewletê ye, dema ku hewceyî pê ç dibe jî tê bikaranîn. Dereweke mezin e ku bêalî ye. Di dema hilbijartinê de ji bo AKP’ê propaganda kiriye û ji ber mizgeftên girêdayî DÎTİB’ê kesên ku deng didin AKP’ê birine ser sendoqan.

AKP li DÎTÎB’ê bi danîna sendoqan sûcekî dî li sûcên xwe zêde kir. Ev biryar ne hiqûqî, kêfî, lêferzkirineke zextkar, dij demokratîk e.
Ev zexta li ser wan kesan e ku li dijî rejîma yek zilamî ya AKP’ê wê bibêjin, Na.

Zordariya li ser Elewiyan e.

Dîktatoriya AKP/Erdogan baş dizane ku ne Kurd, ne Elewî, ne Ermen ne jî muxalîf serê xwe ji zext, zilm û nehiqûqiyê re natewînin û vîna xwe radest naikn. Bi tena serê xwe zext, hîleya ji bo referandûmê jî sedema me ya pêşî ya ji bo NA ye.

Pergala we ya ku we li ser zilmê, zextê ava kiriye ne bêdawî ye. 16’ê Nîsanê qurixa sêyem wê bikeve ser sendoqan wê ji bo gel û baweriyên me bibe bihar.