Sînclaîr: Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye

Dîrektora Tirkiyeyê ya HRW'ê Emma Sînclaîr diyar kir, CPT xwedî standartên diyarkirî ye û got, "Ti rewşeke qebûlkirinê ye ku zêdeyî 2 sal in Ocalan nikare kesî bibîne."

Dîrektora Tirkiyeyê ya Hûman Rîghts Watch (HRW) Emma Sînclaîr, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'QANÛN WEKE AMÛREKE ZORDARIYÊ TÊ BIKARANÎN'

Sînclaîr diyar kir, li Tirkiyeyê krîzeke giran a binpêkirina mafên mirovan heye û got, "Berê bi giranî li dijî Kurdan û hêzên çep dibûn hedefa zext û zordariyê. Lê niha her kes dibin mexdûr. Çep, rast, mûxafazakar, Kurd, Tirk mafên mirovan ên her beşên civakê tên binpêkirin." Sînclaîr anî ziman, qanûnên têkoşîna li dijî terorê weke amûreke zordariya siyasî tên bikaranîn û got, "Hemû mûxalîf tên darizandin û qedexekirin."

'KRÎZA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN HEYE'

Sînclaîr bi bîr xist, 20 ji sedî yê girtiyên li Tirkiyeyê bi sûcdariya 'terorê' girtî ne û ragihand, ev bi tena serê xwe tê wateyekê. Sînclaîr got, "Di dosyaya gelek mirovan de karekî 'terorê' nîne. Lê belê di bin navê qanûnên têkoşîna dijî terorê de tên darizandin an jî girtin. Rewşa heyî, krîza binpêkirina mafên mirovan e."

'MÎNA KU HER TIŞT NORMAL E, TEVDIGERIN'

Sînclaîr li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Hûman Rîghts Watch li dijî her şêweyên tecrîdê ye" û wiha dewam kir: "Gotina tecrîdê di qanûnên Tirkiyeyê de bi taybetî di qanûna bicihanîna ceza de gelekî hatiye rexnekirin. Bi taybetî, CPT di mijara tecrîdê de gelek caran Tirkiye rexne kiriye. Beriya çend salan li ser pêkanînên tecrîdê yên li Tirkiyeyê gelekî dihate axaftin. Ocalan jî di nav de ji bo hemû mehkûm karibin ji mafên xwe yên civakî sûdê werbigirin, Tirkiye dihate rexnekirin, ya jî ev mijar dihate nîqaşkirin. Di rewşa heyî de mîna ku me her tişt ji bîr kiriye, ev mijar nayên nirxandin. Mîna ku her tişt normal e, helwestek tê nîşandan."

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Sînclaîr diyar kir, tecrîd li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin e û got, "Tecrîd êdî ne tenê li dijî Ocalan, li dijî mehkûmên din jî tê ferzkirin. Ev yek bûye pirsgirêkeke gelekî girîng li pêşiya me." Sînclaîr bi dewamî got, "Çiqasî bêdeng jî be, CPT di vê mijarê de xwedî hin standartên diyarkirî ye. Ne tiştekî qebûlkirinê ye ku Ocalan zêdeyî du sal in nikare kesî bibîne."

'EWROPA PÊ ZANE, LÊ BELÊ...'

Sînclaîr got, Ewropa baş pê zane bê li Tirkiyeyê çi diqewime û wiha dewam kir: "Lê mixabin polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê, li ser mijara koçberiyê dimeşe. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li Tirkiyeyê jî di çarçoveya polîtîkaya koçberiyê de ye. Ev yek jî dibe sedem ku gelek binpêkirinên li Tirkiyeyê neyên dîtin."

'BÛYERÊN LI CIZÎRÊ QEWIMÎN DIVÊ NEYÊN JIBÎRKIRIN'

Sînclaîr bal kişand ser hovîtiya ku li Cizîrê hate kirin û got, "Bûyerên ku wê wextê qewimîn, ji ber krîza Sûriyeyê li Ewropayê zêde nehate nîqaşkirin. Li ser bûyerên wê wextê qewimîn me gelek rapor nivîsand û bi belgeyan raxistin pêş çavan. Piştre bi darbeyê re her tişt ji nişka ve qut bû. Hewl hate dayin, bûyerên mîna yên li Cizîrê bên nixumandin. Bûyerên li wir qewimîn gelekî girîng in, divê neyên jibîrkirin. Piştre rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser mijarê hate weşandin, lê rûdana darbeyê bû sedem ku bi ser vê mijarê ve neçe."