Simonnet rewşa Leyla Guven anî rojevê

Di bernameyeke televîzyonê ku ji kanala televîzyonên girîng ên Fransayê ye Franceinfoyê ku tenê rojnameger û siyasetmedarên jin tevlî dibin de rewşa Leyla Guven hate rojevê.

Di bernameya ku piştî çalakiyên Êlekzeran polîtîkayên serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatî nirxandin, Koordînatorê Partiya Çep û Berdevkê Partiya Neteweyî, France Insoumise (Fransaya Serî Natewîne) Danielle Simonnet, ji bo Leyla Guvenê destek xwest.

WÊNEYA GUVENÊ PARVE KIR Û REWŞA WÊ VEGOT

Simonnet, di nirxandinên xwe de wêneya Leyla Guvenê ku wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser cilê wê ye nîşan da û got, “Guven bi metirsiya jiyanî re rû bi rû ye.” Simonnet got, “Beriya vê nîqaşê em li vir tenê jin in û ez dixwazim qala jineke din, ango parlamentera HDP’ê Leyla Guvenê bikim. Guven ji 6’ê Kanûnê şûnde di greva birçîbûnê de ye.”

‘DI GITÎGEHÊN TIRKIYÊ DE JI 10 HEZARÎ ZÊDETIR GIRTIYÊN SIYASÎ HENE’

Danielle Simonnet bibîr xist ku rewşa Guvenê her diçe girantir dibe û got, “Dibe ku îro ev ne mijara me ya sereke be lê belê mijareke ku divê cîhanê eleqedar bike ye. Li hemberî DAÎŞ’ê yên herî zêde şer kirî Kurd bûn. Lê belê îro bi dîktatoriya Tirkiyeyê re, ji 10 hezarî zêdetir Kurd di girtîgehan de tên ragirtin.”

‘DIVÊ FRANSA Û ÇAPEMENIYA WÊ MIJARÊ BIGIRE ROJEVA XWE’

Simonnetê diyar kir ku girtîgeh û grevên birçîbûnê divê pirsgirêka her kesî be û diyar kir ku France Insoumise û partiyên din ên çep, hetta partiyên rastgir jî îmzeya xwe li deklerasyonê danê.

Simonnet, diyar kir ku divê helwesta Fransayê bê guhertin û çapemenî jî vê mijarê bixe rojeva xwe. Pêşkêşvan jî piştgîr da Simonnetê û got “Me peyama te girt.”