Şîdeta li hemberî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Şîdeta li hemberî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Şîdeta li hemberî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Aktîvîsta Navenda Hevdîtina Jinê (UTA-AMARA) Sultan Oger, da zanîn ku li Ewropayê li dijî jinên Kurd şîdet heye û li dijî vê jî divê têkoşîn bê dayîn.
Li Komara Domînîk di 25’ê Mijdara 1960’î de xwişkên hev Patrîa, Mînerva û Marîa ku pêşengên tevgera Clandestîna ya li dijî dîktaroriya Trujîllo têdikoşiyan, ji aliyê pergalê ve hatin qetilkirin û piştî ku 21 sal di serde derbas bû, di Lijneya Jinan a Latîn Amerîkayê de û piştre jî di 1985’an de ji aliyê NY’ê ve 25’ê Mijdarê Rojava Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê hat qebûlkirin. Ji wê rojê û şûnde 25’ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî jinê tê dîtin. Lê li gel hemû têkoşîn û mudaxaleyan şîdeta li ser jinê naqede. Li cîhanê her roj bi dehan jin dibin qurbana cînayetên namûsê. Bi sedhezaran rastî şîdetê tên.
Şîdeta li hemberî jinê li gorî Rojava, li Rojhilat zêdetir e. Di jiyana ku di bin ronahiya feodalîteyê de dimeşe, rastiya şîdetê bi aşkera tê xuyakirin. Jinên Kurd rastî şîdeteke mezin tên. Tên kuştin, dibin qurbanê namûsê. Jinên Kurd li Ewropayê jî rastî şîdetê tên.
Aktîvîsta UTA-AMARA Sultan Oger diyar ki ku li Ewropayê şîdeta li ser jinê didome û di vir de rola saziyên Kurd û mêrên Kurd ên polîtîk heye. Oger da zanîn ku ev pirsgirêk ancax bi têkoşîna jinê wê bi dawî bibin.
TIŞTÊN TÊN JIYÎN LI DIJÎ JINÊ ŞER E
Oger anî ziman ku şîdeta li ser jinê têkiliya wê bi dîrokê heye û got ku divê wek sosyolojîk-psîkolojîk bê destgirtin. Oger wiha got: “Dîrokek bi hezaran salan a şîdeta li ser jinê heye. Şîdet ji îdeolojiya mêr û serdestan tê. Ji dîroka mirovahiyê heta roja me ya îro hatiye. Vê dawî li jiyana xwezayî aniye û bûye destpêka pergala zîhniyeta mêr. Ev bûye detspêka îlakirina şerê li dijî jinê. Qetilkirina jinê, tecrîdkirina, zextên li ser vê encama vê ye.
Sultan Oger bal kişand ser texrîbata şer a li ser jin û zarokan û wiha berdewam kir: “ Di şer de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. Tên sirgûnkirin, tecawizkirin. Ev şer in. Sala buhrî li welatên cuda yên cîhanê bi sedan heta bi hezaran jin bi tecawîzê re rû bi rû man. Ev şer e û qirkirin e. Li Afrîkayê jin tên sunetkirin. Dîsa DAIŞ’ê li dijî jinan êrîşek dijwar daye destpêkirin. Ev encama pergala serdestiya mêr e. Ev qirkirin û komkujiyek e.
LI EWROPAYÊ ŞÎDETEK WEŞARÎ HEYE
Oger bi lêv kir ku jinên li Ewropayê dijîn pirsgirêkên wan ên mezin hene û got: “Ji ber pergala Ewropayê jin pirsgirêkên mezin dijîn. Ji bo vê jî pergal heyî divê ji aliyê jinan ve bê deşîfrekirin. Li Ewropayê şîdetek veşarî heye. Sektora tecawiz û seksê di asta herî jor de ye. Şîdeta li ser jinê hatiye normalkirin. Ji ber vê jî çapemenî zêde nabîne.
TRAVMAYÊN KU ŞER AVA DIKIN
Li Ewropayê mîlyonek û nîv Kurd dijîn. Jinên Kurd pirsgirêkên mezin li vir dijîn. Kurd ji ber şîdet û şer hatin vir. Travma û psîkolojiya ku ji ber vê derketiye heye. Di roja me ya îro de jî dijîn. Li gel vê piştî temenekî naskirina çandek din di warê fêrbûna zimanê wan de pirsgirêkan derdixe. Ji ber van zehmetiyan hatine vir.”
ZEWAC ŞÎDETÊ DERDIXE HOLÊ
Sultan Oger di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku zewacên ku berê jin û mêr qet hev nedîne û bi alîkariya malbatan pêk tê, piştre şîdetê derdixe holê û her wiha zecalên bi rêya bûk-zavayê îthal jî pirsgirêkê derdixe holê. Oger zanîn ku malbat bi zîhniyeta ku zarokên xwe ji jiyana jirêderketî û xerab rizgar bikin van zewan pêk tînin û ev jî piranî zewacê bi xizman re ne. Oger got: “Ji ber vê yekê jî nelihevkirin û pevçûn dertên. Li vir jî şîdeta li ser jinê dertê holê. Jinê ji welat tînin Ewropayê û hepsê malê dikin. Tecrîda civakî destpê dike. Nahêlin ziman hîn bikin, ehliyetê bigirin. Nahêlin tenê derkevin derve.”
Oger îdîa kir ku malbatên Kurd ên Ewropayê jî parçe bûne û got: “Jin û mêr bi rêjeyek mezin hev û din berdane. Niha ji sêyan du dest ji hev berdidin.Ev di nava Kurdan de gelek zêde ye. Sedema wê ya herî mezin jî bûkên îthal in. Ji ber ku hev û din nas nakin. Tiştên ku berê hatibûn gotin hemû wek derew derdikevin holê.
DI NAVBERA ALIYÊN POLÎTÎK DE ŞÎDET HEYE
Rêvebera saziya jinan UTA-AMARA Sultan Oger, îdîa kir ku şîdeta li ser jinê di nava hemû aliyên civaka Kurd de zêde ye û got: “Di serî de bi Kurdên ku di nava têkoşîna polîtîk de cih digirin bi hemû aliyên civaka Kurd re şîdet heye. Hem jî pir zêde. Di nava aliyên polîtîk ên Kurd de guherîn mijara gotinê ye lê li gel vê paşverûtiyên mezin hene.
BI TÊKOŞÎNÊ DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN
Oger da zanîn ku saziyên Kurd ên Ewropayê di çareseriyê de kêm dimînin û rolek mezin jî dikeve ser milê wan. Oger bi lêv kir ku bi têkoşînê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.
Oger wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî pirsgirêkan em di nava têkoşînê de ne. Em li dijî vê têkoşînê dimeşînin. Em bi panel û semîran hewl didin pirsgirêkan çareser bikin û ji bo vê em projeyan pêk tînin. Em bi saziyên jinan re xebatan dimeşînin. UTA-AMARA ji bo hemû jinên ku dixwazin li dijî şîdetê têbikoşin navnîşan e.”