Siberoja Sûriyê li paytexta dagirker tê gotûbêjkirin
Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li Enqerê bi rojeva Sûriyê rûniştin.
Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li Enqerê bi rojeva Sûriyê rûniştin.
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî yê Îranê Hesen Rûhanî bi rojeva Sûriyê li Enqerê rûniştin. Ev cara sêyan e ku li hev rûdinin. Serokkomarê Tirk hevalbendên rejîma Şamê Pûtîn û Rûhanî pêşwazî kir. Wê li ser siberoja Sûriyê gotûbêjan bikin.
Rûniştina wan weke berdewama civînên Astanayê ye. Rûniştinên Astana Çileya 2017’an dest pê kirin û li ser çara herêman, ku jê re ‘herêmên bê şer’ dibêjin li hev kirin. Her wiha bi van rûniştinan destûr dan ku dewleta Tirk Sûriyê dagir bike. Piştî dagirkirina xeta Bab û Cerablûsê, 20’ê Çile jî êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de dest pê kirin.
Civîna li Enqerê piştî dagirkirina navenda Efrînê ya 18’ê Adarê û piştî ku Xûta kete bin kontrola hêzên rejîmê de pêk tê. Li herêma Idlibê jî êrîşên hewayî didomin.
Li gorî rojnameya Le Fîgaroyê kaneke fermî ya Tirk diyar kiriye ku wê avakirina komîteyeke destûrê di rojevê de be. Di rûniştina Soçiyê de jî ev hatibû rojevê lê ti encam nehatibû standin. Dihate payin ku komîteya navborî ji 150 kesî pêk were. Rûsya, Îran û Tirkiyê her yekê pêşniyar kiribû ku 50 navî diyar bikin.
Elîzabeth Teoman ku li Instîtute for Stûdy War pispor e got, ‘’’Pêvajoya Astanayê ji bo ku Tirkiye, Rûsya û Îran şer bi rê ve bibin û bixin bin xizmeta berjewendiyên cuda derfetek e.’’
Tirkiye bi guherandina demografiye ya deverên ku dagir kiriye, plana wê dike ku çeteyên bi ser xwe ve li wan deran bi cih bikbe. Her çendî were gotin ku pêvajoya Astanayê wê bibe alternatîfa hevdîtinên Cinêvê jî, her du cure müzakere heta niha çareseriyeke aştiyane neanîn, berevajî, neçareserî geştir kirin. Kurd ji du pêvajoyan jî hatin dûrxistin.