Di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokrasiya Ewropa (ADEF) Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 80’an de li Qada Galatasarayê hatin bîranîn.
Di aktivîteya bîranînê de ku Platforma Jiyana Hevpar li gel Komeleya Karkoçan û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal destek kir, peyama ““Me ti tişt jî bîr nekiriye, em ti tiştî jî efû nakin” hate dayîn. Di bîranîn wêneyên Seyîd Riza û hevalên wî hate bilindkirin de, li ser qûrnefîl hatin danîn û pankarta “Derstim ti tişt ji bîr nekiriye, ti tişt jî efû nekiriye” vekirin. Ji bo Seyîd Riza û hevalên wî deqeyek rêz hate girtin. Di bîranînê de daxuyanî ji aliyê Serokê Komeleya Ovacik a Dersimê Alî Riza Bîlîr ve hate xwendin.
Bîrlîr bibîr xist ku polîtîkayên asîmlasyon û zextê yên salên 1937-1938’an ên li dijî gelê Dersimê vegeriya rewşa îmhakirina giştî û hişmendiya yekparêz û nîjatperest a bi fêlbaziyê Seyîd Riza û hevalê wî yên di rewşa nansameya Dersim û çanda wê ya bingehî de qetil kirin, li dijî gelê Dersimê qetlîamek mezin kirin.
Bîlîr destnîşan kir ku dewleta Tirk û rêbazên wê yên faşîst Dersim dan ber agir û sûcê mirovahiyê kirin. Bîlîr diyar kir ku jin û zarokên xwe di şikeftan de veşartibûn bi gazên jehrî hatin qetilkirin, zarokên keç ji malbatan veqetandin di serî de dan serpel û malbatên cuda.
Bîlîr da xuyakirin ku îro AKP mîrasê ji wan rojan girtî bi bendav, HES, Maden û valakirina gunda dixwaze Dersimê bê mirov bike.
Bîlîr wiha got: “Ya îro dikeve ser milê me bi rûmet rawestin û Dersimê ji êrîşan biparêzin.” Bîlîr daxwazên DEDEF û ADEF’ê wiha rêz kir:
- Bila arşîv bê vekirin navê Dersimê bê îadekirin
- Lêborînê ji gelê Dersimê bê xwestin
- Lîsteya navê kesên hatine sirgûnkirin, winda û zarokên dane malbatan bên derxistin
- Gora Seyîd Riza û hevalên wan bên diyarkirin
- Zimanê me û baweriya Elewiyên Kizilbaşê bê azadkirin
- Projeyên li Mûnzûrê bên betalkirin
Piştî daxuyaniyê û şûnde Seyîd Riza û hevalên wî bi lorînên Dimilkî û klaman hatin bîranîn, saziyên Dersimê luqûm li beşdarvanên çalakiyê belav kirin.