Şeyhanogullari yê li Amedê hat qetilkirin spartin axê
Şeyhanogullari yê li Amedê hat qetilkirin spartin axê
Şeyhanogullari yê li Amedê hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Bawer Şeyhanogullarî yê 19 salî yê li Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan a Amedê di çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin.
Cenazeyê Bawer Şeyhanogullarî yê 19 salî ku li Taxa 5 Nîsana Rezan a Amedê di çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ji aliyê endamên çeteyên Hizbulahê ve jiyana xwe ji dest dabû hat defnkirin. Girseya li Nexweşxaneya Dewletê kom bû, cenazeyê Şeyhanogullari hilgirt û bi girseyî meşiyan Gorîstana Yenîkoyê. Girseya ku bi dirûşmayên "Her der Kobanê, her der serhildan", "Amed ranekeve xwedî li şehîdê xwe derkeve", " Bijî berxwedana Kobanê" meşiyan heta goristanê gihişt hezaran. Polîsên ku xwestin girseyê asteng bikin rastî bertekên welatiyan hat. Tenê bi parastina qereqolan man. Welatiyan jî girseya ku di nava taxê de derbas bû di şaneşinên avahiyên xwe de û di heman demê de maşîneyên ku derbas dibûn jî bi lêdana qormeyandan û piştgiriyê dan wan. Cenazeyê Şeyhanogullari pîştî wecîbeyên olî bi ala PKK'ê hat pêçandin bi tevlibûna hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên DBP'ê nûnerên MEYA-DER'ê û bi hezaran kesan hatin definkirin.
Piştî xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hate girtin, Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Meral Daniş axivî û diyar kir ku gelê Kurd li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mil bi mil li ber xwe dide û got: "Îro em dibînin ku çeteyên DAIŞ'ê bi hovane êrîş dikin ser gelê Kurd û komkujiyan dikin. Lê gelê Kurd li hember van êrîşan li hemû welatên cîhanê mil bi mil li qadan in û ji bo azadiya xwe jiyana xwe ji dest didin."
Pismanê Bawer Şeyhanogullari Cîhan Şeyhanogullari jî diyar kir ku bila hikûmeta AKP'ê baş bizanibe ku Bawer nemiriye.
Girse piştî axavtina Şeyhanogullari bi dirûşmayan meşiya mala Taziyeyê ya Pasûriyan a semta Bayramogullari.