Seydî Firat û 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
Siyasetmedarê Kurd Seydî Firat li Enqereyê hate binçavkirin.
Siyasetmedarê Kurd Seydî Firat li Enqereyê hate binçavkirin.
Yek ji siyasetmedarên Kurd ên danê vê sibehê li Enqereyê hatin binçavkirin, endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn Seydî Firat e, ku sala 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê.
Li gorî agahiyan, tevî Firat 10 kes hatine binçavkirin û yên navê wan hatiye hînbûn ev in: Seydî Firat, Medenî Karadag, Sadik Yildiz, Sînan Çîftçî, Nezîr Karaman, Fatma Kinali, Hande Kaya û Celal Demîr.