Seydayên Kurd li Wanê konferansê lidar dixin
Seydayên Kurd li Wanê konferansê lidar dixin
Seydayên Kurd li Wanê konferansê lidar dixin
Li Wanê bi beşdariya seyda, siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê Konferansa Oldaran tê lidarxistin. Hat ragihandin ku di konferansê de wê girîngiya Îslam dide aştiyê û nêrîn li dijî tinekirin û asîmîlasyonê, werin nirxandin.
Konferansa Oldaran bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Alikariya bi Oldaran a Wanê (DÎAY-DER) tê organîzekirin û wê demeke kin berî meha Remezanê pêk were.
Der heqê mijarê de Serokê Komeleya DÎAY-DER'ê Mûgdat Mîrekoglû li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Eger di nava du bira, du gund, du navçe, du bajar, du dewlet, du qewim, du eşîran de pevçûn hebe, Xwedê-teala di Kûraanê de ferman dike ku divê di nava van de aştî pêk were. Eger aliyekî ji herdu aliyan dibêje "ez aştiyê qebûl nakim" û kuştin û zilma xwe dewam dike, hingî divê hûn li cem wî aliyê zilmdar nesekinin. Divê hûn li gel mazlûman cih bigire. Fermana di Kûraanê de weha ye." Oldar di nava gel û baweriyan de mîna mêzînekê ne."
"KURDAN GELEK OLDARÊN MEZIN ÊN ÎSLAMÊ AFIRANDINE"
Mîrekoglû da xuyakirin ku li gorî ola Îslamê Kurd jî qewmek ji qewmên li cîhanê ye, xwedî mafê jiyanê ye li ser vî erdî û got, "Kurdan ti carî zilm li kesî nekiriye. Kurd li beramberî hemû baweriyan bi rêzdarî tevgeriyaye. Kurdan gelek alîm û oldarên mezin ên Îslamê ji nava xwe afirandiye. Ji van M. Huseynî Bateyî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Seîdê Kurdî, Elî Herîrî, Meleyê cizîrî, Selhaddînê Eyyûbî, tenê çend ji wan e. Di konferansa xwe de emê van aliman yek ji yek rave bikin. Konferansa me wê berî meha Remezanê bi beşdariya seyda, siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk were û emê behsa girîngiya Îslam dide aştiyê bikin."