Şewata li Çiyayê Amanos didome

Şewata li Çiyayê Amanos didome

Li kontarên Çiyayê Amanos a Hatayê şewata daristanê ya ku duh sibê dest pê kir didome. Şewata li nêzî gundê Gulderen dest pê  kir, bi bandora ba re li 7 herêman belav bû.

Li gundê Gulderen, Dîkmece û Oglakoren di 5’ê tebaxê de saet di 02.30’an de ji ber sedemeke nayê zanîn şewatek derket û şewat hê jî didome. Şewat heta daristana nêzî gundê Alahan pêş de çû.

Malên nêzî daristanê yên gundê Gulderen, Dîkmece û Oglakorenê hatin vala kirin û di dema mudaxaleyê de 3 karkerên daristanê birîndar bûn.

Şewata hera derengiya şevê berdewam kir heta nêzî gundê Alahan hat. şewata daristanê ji bajar ve tê dîtin.

Daristana li ser 700 hektarî zirarek mezin dît.