Şewata Artêşa Tirk li Gabarê derxist didome

Şewata duh li Çiyayê Gabarê ya di encama bombebarana balafirên şer û helîkopteran de destpê kir ji ber ku ti mudaxele lê nayê kirin her diçe belav dibe.

Şewata duh li Çiyayê Gabarê ya di encama bombebarana balafirên şer û helîkopteran de destpê kir ji ber ku ti mudaxele lê nayê kirin her diçe belav dibe. Şewat bi bandora ba li qûntarên Gabarê belav bû  bax û bostanên welatiyan di bin tehlûkeya şewatê de ne.

Piştî endamên HPG'ê duh êrîş li Tabura Cendirmeyan a Gormeç a li Çiyayê Gabarê kirin gelek helîkopteran û balafirên şer herêm bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket û leşkera bi hinceta ewlehiyê destûr neda welatî biçin şewatê vemirînin. Ji ber ku ti kesî mudaxele li şewatê nekir şewat li qadeke berfireh belav bû û her diçe bandora xwe zêde dike.

BAX Û BOSTAN DI BIN GEFÊN ŞEWATÊ DE NE

Welatiyên gundên li nêzî qadê gotin heya niha şeweta li qadeke gelek berfireh belav bûye û her diçe ji ber ba bandora şewatê zêde dibe û wexte bigihije bax û bostanên welatiyan.

Ji ber gihayê hişk şewat bi lez zêde dibe û belav dibe. Heke mudaxele li şewatê neyê kirin wê daristanên li herêmê û baxçeyên welatiyan hemû bişewitin.