Şervanên YPG-YPJ’ê ji aliyê dehezaran hatin defnkirin

Şervanên YPG-YPJ’ê ji aliyê dehezaran hatin defnkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Dilan Bingol (Bêrîtan Jîn) li goristana "Şehîdgeha Xerzanê" bi girseyî spartin axê.  Ji bo Midûrê Karên Nivîsa ya Rojnameya Azadiya Welat ê berê Mustafa Aggul (Mahsum Erzurum) ê YPG’î li Qereyaziyê ji bo Tanju Esîn (Zîndan Serbest) ê YPG’î jî li Kopê merasîma cenaze hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes beşdarî merasîman bûn.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Dilan Bîngol (Bêrîtan Jîn) ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, duh ji Rihayê hat wergirtin û birin Bedlîsê. Cenazeyê Bîngol, piştî li Mizgefta Navendî ya Îbadullah a Tetwanê, bi karwanek mezin birin gundê Olekê Cenazeyê Bîngol, li goristana "Şehîdgeha Xerzanê" ya Gundê Olekê bi girseyî spartin axê. Di merasîma cenaze de Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên Bedlîs, Gever, Şemrex, Norşîn, Pirsûs, Xîzan jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girsê li ser gorê rêz girtin û dua xwendin. Di merasîmê de Parlamenter Husamettin Zenderlîoglu, anî ziman ku kesên li Kobanê jyana xwe ji dest didin ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest didin û wê li wan xwedî derkevin.

Bavê endama YPJ'ê Bîngol Lezgin Bingol û dayika wê Netice Bingol ji ber ku gel li zarokên wan xwedî derketin ji girsê spasiya xwe anîn ziman û girse ji ser goristanê belav bûn.

AGGUL LI QEREYAZÎ HAT DEFNKIRIN  

Cenazeyê Mustafa Aggul (Mahsum Erzirom) ê YPG’î yê li Kobanê di pevçûna navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên YPG û YPJ’ê de jiyana xwe ji dest da anîn navçeya Qereyaziya Erziromê. Piştî ku cenaze ber bi nîvro bi karwanekî wesayîtn anîn navçeyê bi hezaran kesên li Cadeya Cumhuriyetê kom bûn cenaze bi dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG’ê û çepikan pêşwazî kirin. Pişti nimêje li mizgefta navçeyê hate kirin girse derbasî mezraya Teco ya Taxa Kirgindereyê bû. Hempîşeyên Aggul ê YPG’î ku demeke Midûriya Karên Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat kiribû, HDP, DBP, MEYA DER û hevşaredar beşdarî merasîmâ cenaze bûn. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Aggul û alên YPG, HPG û KCK’ê hatin vekirin. Esnafên ku derabeyên dikanên xwe girtin jî beşdarî merasîmê bûn.

‘CIWANÊN KURD DESTANÊ DINIVÎSÎNIN’

Dema ku cenaze anîn Goristana Teco cenazeyê Aggul ji wesayîta cenaze hate derxistin û li ser milan birin goristanê. Piştî ku cenazeyê Aggul bi duayan hate definkirin sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û rêz hate girtin. Serokê DBP’ê ya Erziromê Sebahattîn Yilmaz di merasîmê de axivî û got ku ew Aggul ê di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Rêhevalê me Mustafa li Kobanê ji bo rûmeta gelê Kurd xwe feda kiriye, li Kobanê ciwanê Kurd destanê dinivîsînin.”

‘QATILÊ YÊN LI KOBANÊ ŞEHÎD DIKEVIN ERDOGAN E’

Piştre bavê Aggul Mahsun Aggul axivî û wiha got: “Mustafa kurê min nîn e, em kurê hemû gelê Kurd ê bi rûmet e. Bila serê hemû gelê Kurd sax be. Em ê li ser şopa şehîdê xwe bimeşin. Qatilê kurê min Tayîp Erdogan e. Heke Erdogan piştgirî neda DAIŞ’ê belkî Mustafa sax bûya. Qatilê hemûyan ên li Kobanê şehîd dikevin Erdogan e. Şehîd Namirin. Bijî berxwedana Kobanê. Bijî berxwedana YPG’ê.”

Piştî merasîmê girse derbasî ji bo sersaxiyê mala malbatê bû.

DEH HEZARAN BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN

Cenazeye Tanju Esîn ê YPG’î yê ji Rihayê hate wergirtin anîn navçeya Kopê ya Mûşê li mizgefta Navendî piştî wecîbeyên olî ber bi Gundê Xelkê ve derxistin rê. Cenaze bi tevlîbûna meşa dehezaran kesan ve heta derketina navçeyê birin û girseyê alê PKK û KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir û dirûşmayên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” “Bijî Serok Apo”, “YPG dimeşe erd û ezman diheje” “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Piştî meşa du kîlometreyan welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi gund derketin rê. Li rêya konvoy derbas dibû kedkarên li zeviyan dixebitin û welatiyên li gundan jî bi tilîlî, çepik û nîşaneyên serkeftinê konvoy silav kirin. Li her gundî welatî bi wesayîtên xwe ve tevlî konvoyê bûn û konvoy 15 kîlometre dirêj bû.

Li Gundê Xelkê cenaze ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û cenazeyê Esîn birin ber mala wî. Piştre cenaze li ser milan û bi dirûşmayan birin goristana gund. Piştî cenaze hate definkirin rêz hate girtin û sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin. Nûnêrê MEYA DER’ê yê Mûşê Îrfan Kandemîr li goristanê axivî û diyar kir ku li Kobanê berxwedana dîrokî ya sedsalê pêk hatiye û bi saya qehremanên Kobanê pêşiya komkujiya mezin hatiye girtin.

Piştre dayika Esîn, Bahar Esîn axivî û got ku ew bi kurê xwe yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest daye ser bilind e û spasiyên xwe li kesên beşdarî merasîma cenaze bûne kir. Esîn silavên xwe ji Ocalan re şand û wiha got: “Bila serê hemû Kurdistanê û Rêberê wî Abdullah Ocalan sax be. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pey têkoşîna zarokên xwe yên di doza me ya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bin û têbikoşin.”

Piştî wê Hevşeradara Kopê Fîgen Yaşar axivî û diyar kir ku ew bi canên ku dikevin axê ve ser bilind in û ew ê di riya wan de bin.

Piştî axaftinan girseyê ji bo malbata Esîn sersaxî xwest û ji gund veqetiya.