Şervanên YPG’ê yên radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin, hatin berdan
Şervanên YPG’ê yên radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin, hatin berdan
Şervanên YPG’ê yên radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin, hatin berdan
Fermandarê YPG’ê yê herêma Efrînê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku, 2 şervanên wan ên ku di 9’ê Adarê ji aliyê koma çekdar ve bi awayekî nemerdî hatibûn revandin, serbest hatine berdan.
Fermandarê YPG’ê yê herêma Efrînê Mehmûd Berxwendan di derbarê mijarê de tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî Tv bû û agahî dan. Mehmûd Berxwedan destnîşan kir ku, 2 şervanên wan ji aliyê komek çekdar a girêdayî Partiya Azadî ya girêdayî Musfafa Cuma ve bi awayekî nemerdî hatine revandin û wiha got: “Hevalên me piştre birine teslîmî komek dini kirine û wan jî teslîmî Tirkiyeyê kirine. Li wir hevalên me hatine pirsyarîkirin. Ev komên çete ne û tu armancek wan tune ye. Madem xwe wekî hêz dibînin çima hevalên me teslîmî Tirkiyeyê kirine? Em ji bilî YPG’ê tu hêzek din a çekdar li herêmê qebûl nakin û destûrê nadin.”
ÇI ÇÊBIBÛ?
Di 9’ê Adarê de komek çekdar a bi navê Bazên Azadiyê ku tê gotin girêdayî Partiya Azadî (Ya girêdayî Mustafa Cuma) ketibû gundê Basutê yê girêdayî bajarê Efrînê. Li ser vê yekê gundiyan ji YPG’ê xwestibû ku komê derxînin. YPG’ê jî heyetek şandibû gund û ji komê xwestibû ku derkeve. Koma çekdar jî ji gund derketibû, lê li derketina gund, li ser riya gundê Birc Ebdalo ku kîlometreyekê dûrî gundê Basutê ye 2 endamên YPG’ê ku di nava heyetê de bûn, dîl girtibûn.
Piştî dîlgirtinê, YPG’ê bi riya rûsipiyên herêmê xwest ku endamên wan bêne berdan. Lê tu encam nehatibûn girtin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê mudaxeleyî koma çekdar a ku çûbû gundê Birc Ebdalo kiribû û di encamê de 3 êrîşkar hatibûn kuştin û 20 jî hatin girtin.
YPG’ê piştre bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku, 2 şervanên wan radestî Tirkiyeyê hatine kirin, ev radestkirin wekî “xiyanetê” binav kiribû û gotibû ku ew dê hesabê bipirsin.