Şervanê YPG'ê Yayik li Amedê ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Yayik li Amedê ber bi ebediyetê ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Sîdar Yayik (Welat Amed) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoy a Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Sîdar Yayik (Welat Amed) ê di şerê 12'ê Mijdarê yê li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, îro danê sibê li Goristana Yenîkoyê piştî wecîbeyên olî, li cem rêhevalên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hat veşartin.

Di merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Sîdar Yayik (Welat Amed) de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarên Navçeyê, rêveberên MEYA-DER'ê, rêveberên DBP'ê yên Bajêr û Navçeyê, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn.

Girseya gel bênavber dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û YPG'ê qîriya û bi zimanekî tund çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ şermezar kir.

Dayika şervanê YPG'ê Sîdar Yayik li ser gora kurê xwe, hine li destan kir, nerazîbûn nîşanî çeteyên DAIŞ'ê û desthilatdariya AKP'ê da û diyar kir ku ew ê negirî. Dayika Yayik got, "Bila Xwedê vê êşê bide Erdogan jî. Çeteyên ew destekê dide wan, ewladên me, gelê me qetil dikin. Îro daweta kurê min e, ez ê negirîm. Ez ê rondikan nebarînim. Hûn jî negirîn. Negirîn ku kêfa dijmin neyê."

Li dû wecîbeyên olî cenazeyê şervanê YPG'ê Yayik hat veşartin. Piştre li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyeke rêz hat girtin.

Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz li vir axivî û ji malbata şervanê YPG'ê Sîdar Yayik (Welat Amed) û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Ayaz destnîşan kir ku li Kobanê destaneke mezin tê jiyîn û got, "Li gel Rêheval Sîdar me duh 4 hevalên wî ber bi ebediyetê oxir kirin."

Ayaz diyar kir ku yên êrîşî destketiyên gelê Kurd dikin wê ti carî bi ser nekevin û got, "Bila vê her kes baş bizanibe. Mînaka herî baş a vê yekê, rêhevalên me yên li Kobanê li ber xwe didin, nîşan didin."

Kalkê Sîdar Yayik Kazim Yayik jî ji gelê Amedê yê Sîdar ber bi ebediyetê ve bi rê kir spas kir û got, "Heta em hebin wê Sîdar bijî. Sîdar ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Hemû hevalên li vir radizên, Sîdar in."

Malbata Yayik wê li avahiya Tevgera Welatiyên Azad a Fîskayayê serdanên sersaxiyê qebûl bike.