Şervanê YPG'ê Sezgîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Sezgîn ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Adem Sezgîn (Dilgeş Cûdî) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Mûşê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Adem Sezgîn (Dilgeş Cûdî) yê di êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji Rihayê hat wergirtin û li herêma Şenyayla ya li ser rêya bejahî ya Mûş-Pasûrê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî hat pêşwazîkirin. Konvoya cenaze heta Mûşê li hemû gund û navçeyên li ser rê bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Sezgîn bi konvoyeke ji sedan wesayîtî, anîn ber mala malbata wî ya li Taxa Çandê ya li navenda Mûşê. Piştî wecîbeyên olî, girseya gel bi dirûşmên "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "Dilgeş Cûdî rûmeta me ye", "Her der berxwedan her der Kobanê" û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Sezgîn bir Goristana Taşo. Li gel parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, endamên Meclîsa Partiyê yên DBP û HDP'ê û hevserokên şaredariyan jî di merasîmê de amade bûn.

Cenazeyê Sezgîn li ber dûayan hat veşartin û piştre deqeyek rêz hat girtin. Zenderlîoglû li vir axaftineke kurt kir û got, "Berê hemû beredayiyên cîhanê dide Kurdan. Ev bê exlaqî ye, bê hiqûqî ye. Em ê vê yekê qebûl nekin. Vaye şehîdê me Dilgeş Cûdî ji bo rûmet, şeref, nasname, ziman û azadiya gelê Kurd canê xwe feda kir."

Kekê Sezgîn endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîmet Sezgîn jî got, "Şehîdê me şehîdê Kurd û Kurdistanê ye. Li ser navê malbata xwe û şehîdê xwe, em ji gelê xwe re spas dikin. Bila serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be." Piştî merasÂımê li ber mala malbatê konê sersaxiyê hat vedan.