Şervanê YPG'ê Mazlûm Kobanê hat bibîranîn
Şervanê YPG'ê Mecîd Ehmen (Mazlûm Kobanê), ku di sala 2017'an de li Hesekê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hat bibîranîn.
Şervanê YPG'ê Mecîd Ehmen (Mazlûm Kobanê), ku di sala 2017'an de li Hesekê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hat bibîranîn.
Mazlûm Kobanê, ku ji bo parastina Kobanê di sala 2014'an de tevlî refên YPG'ê bû, li derdora Hesekê di şer de birîndar bû û piştî tedawiya 6 mehan, têkoşîna xwe dewam kir.
Kobanê di 16'ê Adara 2017'an de li nêzî Reqayê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Mazlûm Kobanê li bajarê Gîessen ê Elmanyayê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.