Şervanê YPG'ê Kep ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Kep ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Kep ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Erdînç Kep bi nasnav Dijwar Cûdî yê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Erdînç Kep (Dijwar Cûdî) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Westanê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û piştre anîn rawestgeha Karşiyaka Beşyolê. Girseya gel li vê derê darbest hilgirt ser milan û ber bi goristana Karşiyakayê meşiya.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Erdînç Kep hatin vekirin û dirûşmên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" hatin qîrîn. Di merasîma cenaze de Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Wanê Mîraz Çalli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyê, Serokê MEYA-DER a Wanê Salîh Kaplan, Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûneren Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn.
Piştî ku cenaze hat veşartin, Alîkarê Hevserokên Rêxistina DBP'ê ya Wanê Fadil Bariştiran axivî û diyar kir ku çete, AKP û noker êrîşên giran dibin ser gelê Kurd, lê lehengiya YPG, YPJ û HPG'ê ev lîstik pûç kirine.
Xizmên şervanê YPG'ê Kep piştî Bariştiran mafê axaftinê wergirtin û gotin, "Şehîdê me şehîdê Kurdistanê ye. Gelê me careke din xwedî li şehîdê xwe derketiye. Bijî YPG, Bijî HPG, Bijî YPJ, Bijî Serok Apo."
Li dû axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû.