Serseriyên Tirk otobaneke Elmanyayê tevlîhev kirin

Komek ji serseriyên Tirk li otobaneke eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê bi wesayitên xwe yên ala Tirkan pê ve daliqandibûn, pêşbirka wesayita kirin. Serseriyên Tirk otoban tevlîhev kirin.

Li otobana "Autobahn 81" a li nêzî bajarê Heilbronnê, wesayitên di konvoya daweteke Tirkan de ketin pêşbirkê. Serseriyên Tirk ku gule jî berdan hewayê û bi lezeke bilind wesayit ajotin, gefeke mezin li jiyana bi sedan kesên di rê de bûn xwarin.

Piştî ku dengê çekan hate bihîstin, polîsan tevdîrên berfireh ên ewlekariyê li herêmê girtin û wesayitên di konvoyê de li nêzî Neuenstadtê sekinandin. Polîsan demeke dirêj li nava wesayitan lêgerîn kirin û 6 debance dîtin.

Ji ber "pêşbirka bi lez a li derveyî qanûnan" û "gefa li jiyana mirovên di trafîkê de", polîsan lêpirsîn li kesên di konvoyê de bûn vekirin. Polîsan dest danîn ser ehliyeta ajokarên ku tespît kirin bi lez wesayit ajotine.

Hejmara serseriyên Tirk vê dawiyê bi taybetî li eyaleta Baden-Wurttembergê zêde bûye. Dawetan û maçên futbolê yên li Tirkiyeyê ji xwe re dikin hincet û derdikevin trafîkê.