Serokwezîrê Iraqê Kazimî li Hewlêrê ye

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ji bo hin serdanan bike gihîşt Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê, Serokwezîr Mûstafa Kazimî li Hewlêrê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokê hikumeta herêmî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîma fermî pêşwazî kir."

Kazimî wê tevî lîderên siyasî yên ji Bexdayê bşdarî merasîma ji ber salvegera mirina Serokkomarê berê Celal Talabanî bibe.