Serokwekîlê Koma AKP’ê îstîfaya Albayrak piştrast kir
Partiya desthilatdariyê îstîfaya wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak piştrast kir.
Partiya desthilatdariyê îstîfaya wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak piştrast kir.
Serokwekîlê Koma AKP’ê Mehmet Mûş îstîfaya Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak piştrast kir.
Mûş got ku,”Wezîrê me rêzdar Berat Albayrak di vê pêvajoya dijwar de peywir wergirt û em şahidên xebata wî ne. Em hêvîdar in ew peywira xwe bidomîne.”
Albayrak piştî îlankirina îstîfayê hê tu daxuyanî nedaye. Hikumet û medyaya di bin kontrola wê de hê jî bêdeng in.