Serokomarê Fransayê: Lêpirsîn hate destpêkirin

Serokomarê Fransayê: Lêpirsîn hate destpêkirin

Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, têkildarî suîkasta Parîs daxuyanî da û got, "Bûyerekî hişmet e" û diyar kir ku lêpirsîn hate destpêkirin.

Serokomarê Fransa Françoîs Hollande, têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîsê daxuyanî da çapemeniyê. Hollande, di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji 3 kesên hatin kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihate cem me û hem min hem jî aktorên din ên siyasî baş di nasîn." Holande li bajarê La Tresne dema ku navenda hewayî ziyaret kir ji rojnamegeran re axivî û wiha got:

"Bûyerekî hişmet e. i 3 kesên hatin kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihate cem me û hem min hem jî aktorên din ên siyasî baş di nasîn. Niha lêpirsînê dest pê kir. Ji bo sedema bûyerê û kiryaran bizanin ya herî baş ez bêjin sekînin e."