Serokomarê berê yê Almanyayê li pêş darazê ye

Serokomarê berê yê Almanyayê li pêş darazê ye

Serokomarê berê yê Almanyayê Chrîstîan Wulff bi sûcdariya ku peywira xwe nebaş bikaraniye, dê derkeve pêşberî darazê.

Wulff di dîroka Almanyayê de yekem serokomarê ku dertê pêşberê darazê,  di sala 2008’an de dema serokwezîrê eyaleta Saksonya Jêr bû, tê gotin ku ji bo lobiyekê qebûlkiriye ku derhênerekî fîlm fatureyên otelê bide û bi vê tê sûcdarkirin.

Piştî ev îdia di 2012’an de derketin holê Wulff îstîfa kir û îro dê li Hannoverê derkeve pêşberî dadgehê. Her wiha kesê din yê derkeve pêşberî dadgehê derhênerê fîlm Davîd Groenewold  e.

Tê îdia kirin ku Groenewold di 2008’an de di mîhrîcana Oktoberfest  a Munîhê û di 2007’an de jî  li girava Sylt, fatureyên otela Wulff daye.

Her wiha tê gotin ku Wulff jî li dijî vê ji bo piştgiriya xebatên Groenewold, ji şîrketên Alman re lobiyê dike.

Dozgeran xwest serkomarê  berê ji nelêrêtiyê bê darizandin. Lê dadgehê sûcdariyeke girantir erê kir. Ger Wulff sûcdar bê dîtin, heta sê salan rastî ceza bê.