Serokkomarê Iraqê: Ketina Kobanê ji bo Iraq û Sûriyeyê xeter e
Serokkomarê Iraqê: Ketina Kobanê ji bo Iraq û Sûriyeyê xeter e
Serokkomarê Iraqê: Ketina Kobanê ji bo Iraq û Sûriyeyê xeter e
Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsum daxuyaniyek derbarê êrîşên li dijî Kobanê de da û ji bo Kobanê banga alîkariya lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir. Mehsûm da diyarkirin ku ketina Kobanê ji bo ewlehiya Iraq û Sûriyeyê jî xeter e.
Fûad Mehsûm ji civaka navneteweyî xwest ku Kobanê ji êrîşên terorîstên DAIŞ’ yên li ser Kobanê rawestînin. Mehsûm ku bang li raya giştî ya navneteweyî, koalîsyon û DYA’yê kir got:
“Divê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji xeterî û êrişên çekdarên DAIŞê bê parastin û nehêlin Kobanê bikeve bin kontrola terorîstan.”
Fûad Mehsûm bal kişand ser girîngiya Kobanê û diyar kir ku ger Kobanê bikeve wê bi xwe re encamên xirab bi xwe re bîne û got: “Ketina Kobanê wê bandoreke nerênî li rewşa ewlehiya Iraq û Sûriyeyê bike.