Serokên baroyan bang li parêzeran kirin

Serokên baroyan qedexekirina mîtînga parastinê şermezar kirin û diyar kir ku wê giliyê vê yekê bikin.

Li dijî hewldana AKP'ê ku bi pêşniyara xwe ya baroya pirawayî dixwaze darbeyê li parêzeriyê bixe, çalakiya şermezarkirinê ya serokên baroyan a li ber deriyê Çankayayê yê Meclîsê didome.

Serokên Baroyan wê giliyê Walîtiya Enqereyê bikin, ji ber ku 'Mîtînga Parastinê' qedexe kiriye.

Serokên baroyan diyar kiri ku wê îro bi rengekî girseyî giliyê vê yekê bikin û gotin, "Ev bêhiqûqî li pîşeyê me û hemû hempîşeyên me hatiye kirin. Hempîşeyên me yên dixwazin mohra xwe deynin binê gilînameyê em li benda wan in ku saet 15'an li Edliyeya Enqereyê bin."

Piştî gilîkirinê serokên baroyan wê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin.