Serokê PE’yê komkujiya Parîsê nelet kir

Serokê PE’yê komkujiya Parîsê nelet kir

Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Schultz di axaftina xwe ya vekirina Lijneya Giştî ya PE’yê de komkujiya li Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin şermezar kir. Schultz diyar kir ku komkujiyeke hovane ye û nayê qebûlkirin.

Rûniştina yekemîn a meha çileyê ya Parlementoya Ewropayê li Strasbourgê dest pê kir. Serokê PE’yê Martin Schultz axaftina vekirinê kir.

MALBATA DOGAN TEVLÎ MERASIMÊ BÛ

Di rûniştina Lijneya Giştî ya PE’yê ku dayik û bavê Fîdan Dogan a ku di komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat de hate qetilkirin, Fatma û Hasan Dogan, û nunerê BDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay jî beşdar bûn. Shultz di dema axaftina xwe de berê xwe da malbatê û got: “Ez êşa ku we ji vê komkujiyê dît parve dikim û sersaxiyê ji we re dixwazin.”

Schultz da zanîn ku divê ev komkujî ji aliyê dewleta Franseyê ve were aşkerekirin û berpirs bêne cezakirin û got ku axaftina ku Serokkomarê Franse François Holland kir girîng e. Schultz da zanîn ku ew bawer dike ku dê hukûmeta Franseyê tişta pêwîst bike.