Serokê PE Martin Schulz: Bila dest li DAIŞ'ê bê werdan!
Serokê PE Martin Schulz: Bila dest li DAIŞ'ê bê werdan!
Serokê PE Martin Schulz: Bila dest li DAIŞ'ê bê werdan!
Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martin Schulz, ku bi Kurdên li çalakiya rûniştinê ya li avahiya PE re hevdîtin kir anî ziman ku divê bi lezgînî dest li çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê dikin bê werdan. Schulz soz da ku ew ê li NATO, NY û Konseya Ewropayê bikeve nava hewldanan.
Bi sedan Kurdên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û destekdayîna Kobanê danê sibê li ber PE ya Brukselê civiyan, bendên ewlekariyê yên polîsan derbas kirin û li salona çapemeniyê ya PE dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li ser navê Kurdistaniyan heyetek ji 5 kesan bi Serokê PE Martin Schulz re rûnişt.
Schulz ragihand ku ew çalakiya Kurdan watedar dibîne û desteka xwe diyar kir. Çalakgeran ji Schulz re ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê 23 roj in êrîşî Kurdan dikin û sivîlên li Kobanê bi komkujiyekê re rû bi rû ne.
Çalakgeran, bêdengiya tevahiya cîhanê ya li pêşberî vê komkujiyê pirsîn û gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê bi baweriya ji vê bêdengiyê distînin re komkujiyên xwe dewam dikin."
Serokê PE Martin Schulz jî da xuyakirin ku ew li Elmanyayê bi gelek organîzasyonên Kurd re axiviye, Kurdan ji nêz ve nas dike û got, "Ji aliyê şexsî ve bi dîtina min divê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke leşkerî bê kirin. Divê yek rabe vê rêxistina çete bisekinîne. Weke PE em ê di nava vê hewldanê de bin. Lê artêşeke PE nîne. Artêş û hêz di destê NATO de ye. Ez ê îro bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê re hevdîtinan bikim û banga çalakiya lezgîn li wan bikim. Ez ê bi nûnerên partiyên welatên Yekîtiya Ewropayê re biaxivim. Naveroka van hevdîtinan jî ez ê bi civîneke çapemeniyê ya navneteweyî ragihînim."
Schulz di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê welatên destekê didin DAIŞ'ê jî di nav raya giştî ya navneteweyî de bên teşhîrkirin û got, "Divê dest li xebatên DAIŞ'ê yên li Ewropayê bê werdan."
Li ser vê yekê Kurdan dawî li çalakiya xwe anîn û hatin ber avahiya PE ku lê greva birçîbûnê dewam dike. Hat ragihandin ku çalakiya Kurdan a li ber PE wê heta dawiya vê hefteyê dewam bike. Endamên KNK, hunermendên Koma Berxwedan jî çalakî ziyaret kirin û destek dan wan.